Şaredariya Mexmûrê: Bi îrade û têkoşînê wê hemû polîtîka têk biçin

Şaredariya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi daxuyaniyek bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê da û diyar kir ku bi îrade û têkoşînê wê hemû polîtîka têk biçin û îradeya gelan serbikeve.

Mexmûr - Bertekên li ser binçavkirina hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş di 3’ê Hezîranê de û tayînkirina qeyûm ji bo şaredariyê berdewam dikin. Şaredariya wargeha penaberan a Mexmûr ê jî derbarê binçavkirina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û tayînkirina qeyûm li şaredariyê, daxuyaniyek da û kiryarên dewleta Tirk a li hember îradeya gel şermezarkirin. Daxuyanî li Şaredariya wargehê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê endama şaredariya Mexmûrê Jiyan Pusat daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

‘Tirkiye vegerandine zindaneke servekirî’

Di destpêka daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Wek tê zanîn hikûmeta faşîst ya AKP û MHP’ê ev bi salane li ser gelên li Tirkiyê, gelên azadîxwaz, bi taybet gelê Kurd yê welatparêz bi rê û rêbazên der qanûnî, bi polîtîqaya zext, çewisandin û bişaftinê zilm û zordariyekî sîstematîk dide meşandin. Li aliyekî bi polîtîqaya xwe ya şer û dagirkirinê komara Tirkiyê û gelên Tirkiye xistiye nava qeyranekî aborî, li aliyê din dewlet vegerandine dewleta mafya û çeteyan, zindan tijî azadîxwaz û demokrat kirine, heya dawî hiqûqa netewî û navnetewî binpê kirine û Tirkiye vegerandine zindaneke servekirî.”

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li beramberî gelê Kurd êrişeke topyekûn tê meşandin û wiha hate gotin: “Li beramberî Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê, herwiha li her cihê Kurd lê heyî, polîtîkayek ya dijminane dide meşandin. Di hindir de li ser Rêbertî tecrîdekî girankirî dimeşîne, li zindanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê polîtîkaya îşkencê dide rêvebirin, bi dozên weke doza Kobanê hilbijartiyên gelê Kurd ceza dike û li ser derdorên azadîxwaz terorê dimeşîne. Li derve jî li beramberî Rojavayê Kurdistanê êrişên dijî hiqûqa navnetewî, li dijî herêmên parastina Medya çekên qedexekirî bi kartîne û roj bi roj dijminahiya xwe ya beramberî Kurdan digihîne astekî hin bilindtir.”

‘Hikûmeta AKP-MHP dixwaze derbe li îradeya gelên azadîxwaz bide’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandina ser wê yekê ku hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê xetimîna xwe ya di hilbijartinan de jiyan kirî hezim nekiriye û wiha hat gotin: “Piştî têkçûna hilbijartinên 31’ê Adarê ev xetimîn û tengezarî ji bo desthilata faşîst a AKP-MHP’ê gihişt lûtkeyê. Bi vê kîn û nefreta windakirinê, li beramberî gelê Kurd, têkoşîna azadiyê, derdorên demokrat û muxalefetê kete nava hewldanên êrişkarî û nîjadperestiyê. Destpêkê xwest li Wanê darbe li îradeya gel û serkeftina têkoşîna azadiyê bixe, dema bi berxwedana gelan û derdorên demokrat serneket, serê sibehiya 3’ê Hezîranê, bi binçavkirina Hevserokê Şaredariya Colemêrg û dagirkirina Şaredariya Gel xwest darbe li îradeya gelên azadîxwaz bide. Bi eger û hincetên bê bingeh, qeyûm avêtin ser şaredariya Colemêrgê, hevserok û 16 endamên Meclîsa Şaredariyê ji erk girtin û li şûna wî çeteyekî xwe erkdar kirin.”

‘Emê tu caran vê derbeya li demokrasiyê hatî xistin qebûl nekin’

Daxuyanî bi van gotinan berdewam kir: “Weke Hevserokên Şaredariya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî, bi navê Meclîsa xwe ya şaredarî, tevayî xebatkarên şaredarî û gelê penaber yê Mexmûrê, em vê êrişa dijminane ya li ser îradeya gelan, binçavkirina hevserokê Şaredariya Colemêrgê birêz Mihemed Siddik Akiş û qeyûm danîna ser şaredariyê bi tundî şehmezar dikin. Ev biryar tola têkçûnêye, tola bê çaretî, xetimîn û windakirinêye. Emê tu caran vê derbeya li îradeya sindoqan, li demokrasiyê hatî xistin qebûl nekin û emê li cem gelê Colemêrgê û hevserokên Şaredariya Dem Partiyê cihê xwe bigrin.”

‘Wê îradeya gelan serbikeve’

Di dawiyê de wiha bang li gelê Kurd hat kirin: “Jibo vê yekê em ji vir bang li tevayî Gelê Kurd, saziyên mafê mirovan, partiyên muxalefetê, gelên azadîxwaz û dostên Kurdan dikin dest bidin hev û ji vê zîhniyeta qeyûman re bêjin êdî bese. Îro li beramber Dem Partî, sibe wê li beramberê hemû reng û dengên cuda heman polîtîka were meşandin. Teqez bi îrade û têkoşînê wê hemû polîtîka têk biçin û wê îradeya gelan serbikeve.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.