Şanoya “Qêrîn mafê min e” jiyana jinan ronî dike
Lîstika şanoyê ya bi navê "Qîrîn mafê min e" ya li Xezayê mafên jinan radixe ber çavan û balê dikişîne ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û wekheviyê.
NAGHAM KARAJEH
Xeza – Lîstika şanoyê "Qêrîn mafê min e", ku jiyana jinan a di nav civaka Filistînê de ronî dike, armanc dike ku jinan ji bandora kevneşopiyên ku mafên wan ên jiyanê binpê dike biparêze.
“Necezakirin komkujiyan zêde dike”
Koordînasyona Înîsiyatîfê Meyson Ebû Req jî bal kişand ser wê yekê ku bêcezakirin komkujiyên li ser jinan li welat zêde dike. Meyson Ebû Req got, “Zîhniyeta baviksalarî barê nerazîbûna li hemberî şert û mercên aborî û siyasî dixe ser milê jinan, jinan dike mexdûrê her cure şîdet û kuştinê û jin bi darê zorê dibin yên ku debara malbatên xwe dikin”
“Jinan ber bi întîharê ve dibin”
Meyson Ebû Req diyar kir ku bandorên tundiyê dijwar in û gelek caran nayên kontrolkirin, zirarê dide hemu malbatê û wiha got: “Tundûtûjî li ser tevna civakî û malbatî bi giştî û gelek tawanan tehdîd dike. Ji ber rûbirûbûna tundûtûjiyê mebesta xwekujiyê ye. Gelek jin hene ku hewl didin ji neheqî û êşan birevin.”
“Lîstik rastiya jinan vedibêje”
Yek ji beşdaran Huda Ebû Sitta jî diyar kir ku lîstik behsa jiyana dijwar a jinan dike û wiha got: “Lîstik rastiya jinan nîşan dide. Jiyana bi êş a jineke ku ji aliyê mêrê xwe yê tiryak ve her tim rastî şîdetê tê tê vegotin.”
“Divê jin li dijî tundiyê derkevin”
Sarah Radî, anî ziman ku jin bi xwe bawer in û dikarin li dijî tundiyê serî hildin û got, “Di vê lîstikê de jin rastî tundiya fîzîkî û derûnî tên û li dijî vê yekê ne.”
Sarah Radî anî ziman ku şîdet weke tiştekî xwezayî di mejiyê civakê de cih digire û destnîşan kir ku ji bo ev diyardeya şîdetê ji holê rabe divê beriya her tiştî civak ji nav lepên zihniyeta baviksalarî rizgar bibe.