Şandeya jinan li Parîsê ye: Destkeftî hatin nîqaşkirin
Şandeya jinan a ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Parîsê li ser maf û destkeftiyên wan nîqaş kir. Jinan di salvegera serhildana "Jin Jiyan Azadî" de wêneyek Jîna Emînî hilgirt da ku piştgiriyê bidin têkoşînên jinan ên li çar aliyê cîhanê.

Navenda Nûçeyan – Şandeya jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gera xwe ya Ewropayê ya ji bo mehekê, didomîne. Şandeyê li paytext Parîsa Fransayê sê civînên fermî li dar xist. Di van civînan de hevdîtin bi Şaredara Parîsê, Cîgira Şaredar û çend endamên jin û her wiha bi Weqfa Daniella Mitterrand û Mala Elewiyan a li Parîsê re çêbûn.
Di civînan de rewşa Sûriyeyê ya giştî û bi taybetî jî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat nîqaşkirin. Şandeyê bal kişand ser pirsgirêkên siyasî û mirovî yên ku herêm pê re rû bi rû ye.
Rewşa jinan a li Sûriyeyê, şoreşa jinan û şert û mercên jiyana berawirdî ya jinan a di bin Partiya Baasê û hikûmeta demkî de jî hatin nîqaşkirin. Girîngiya xurtkirina ragihandina di navbera jinan de, kûrkirina têkiliyan û parastina destkeftiyan û her wiha berdewamiya têkoşîna ji bo mafên berfirehtir, hat destnîşankirin. Di dawiya civînan de, çalakvanan wêneyên jina ciwan a Kurd Jîna Emînî hilgirtin da ku salvegera sêyemîn a serhildana "Jin Jiyan Azadî" bi bîr bînin.