Şandeya HDP'ê li Farplasê çû serdana jinên kedkar ên li ber xwe didin
Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran a bi şandeya li gel xwe re çû serdana berxwedêrên Farplasê, wiha got, "Em hatin deng bidin dengê we.”
Kocaeli – Şandeya ku bi Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, endamên Koordînasyona Meclisa Jinan Semîha Şahîn, Feray Mertoglu, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknur Bîrol, Hevseroka HDP'ê ya Kocaeliyê Leyla Aygun, endamên Meclisa Jinan a Stenbolê pêk dihat, serdana berxwedana jinan a li Farplas Otomotîvê kir. Karkeran têkoşîna xwe ya ji bo mafên xwe yên sendîkayî û daxwazên xwe yên ji rêveberiya kargehê ji şandeya me re ragihandin.
"Em bi we re ne"
Ayşe Acar Başaran diyar kir ku ew ê bi berxwedêran re di nava hevgirtinê de bin û wiha got: "Bawer bikin niha karker, kedkar, jin û gelê feqîr li çar parçeyên Tirkiyeyê li ber xwe didin. Daxwaz û pirsgirêkeke me ya hevpar heye. Em dixwazin di şert û mercên însanî de bixebitin û mûçeyên însanî bigrin. Ne li aliyê sermayeyê, pêwîst e di aliyê karker, kedkar û feqîran de cih bigrin.
Hûn jî wek mezlûmên vî welatî bi rojan li ber fabrîqeyê ne. Em jî hatin deng bidin dengê we. Sendîkabûyîn maf e. Em ê bi hev re heta ahengek ku li gel jinan cih digre pêk tê têbikoşin. Em weke Meclisa Jinan a HDP'ê diyar dikin ku em di berxwedana we de bi we re ne."
Karkerên ku bi dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Rizgarî bi tenê nîn e, yan em hemû bi hev re yan jî ne yek ji me” govend gerandin, peyama domandina têkoşînê dan