Şandeya HDP-DBP: Dewlet li Bazarcixê di bin kavilan de ma

Şandeya DBP’ê û HDP’ê li navçeya Bazarcixê lêkolînan pêk anîn û serdana gel kirin. Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku welatiyan bi hewldanên xwe xizmên xwe ji bin kavilan derdixin û got: “Mirov bi keda xwe xizmên xwe ji bin kavilan rizgar kirin."

Mereş – Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, Fatma Kurtulan, Mehmet Ruştu Tiryakî, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Zeynel Ozen, Mahmut Togrul û Murat Sarisaç wek şandeyekê hatin navenda erdhejê navçeya Bazarcixa Mereşê. Şandeyê li navçeyê lêkolînan pêk anî. Şandeya DBP û HDP'ê serdana mexdûrên erdhejê ku di bin konan de ne kir û li gilî û gazinên welatiyan guhdar kir. Şandeyê piştî lêkolîn û serdanan li qada ku bûye kavil daxuyanî da.

‘Dewlet di bin kavilan de maye’

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz destnîşan kir ku li navçeyê avahiyek ku ziyan nedîtibe û hilneweşiya be tune ye û wiha got: “Vaye em li vir dibînin, hema bêje li Bazarcixê hemû avahî hilweşiyan e û di wan de xesar çêbûye. Hê jî însan di bin kavilan de ne. Li hin deverên navçeyê hê jî xebatek nehatiye destpêkirin. Xelk dibêje, ‘dewlet li ku ye?’ Di nava van 36 saetan de xebatek hewcedarî nehatiye kirin. Di kêliyên ewil de heke mudaxileyek bihata kirin dibe ku gelek mirov bi saxî bihatana derxistin. Lê ev nehatiye kirin. Di vê kavila li pişt me de jî mirov hene. Ez dixwazim viya pir eşkere bêjim, dewlet di erdhejê de di bin kavilan de maye.”

‘Yên destpêkê hilweşiyan rezîdans bûn’

Saliha Aydenîz bertek nîşanî daxuyaniyên rayedarên AKP’ê ku dibêjin,’em li her derê ne’ da û wiha got: “Herî zêde pesnê xwe bi rê û rezîdansan didin. Lê binêrin li her deverê ewilî yên ku hilweşiyan ev bûn. Însan bi hewldan û piştefaniyên xwe heta niha mirovên di bin kavilan de rizgar kirine. Ev dewlet û îktidar tiştekî li vir nake.”

Saliha Aydenîz diyar kir ku ew ê piştevanî û lêkolînên xwe bidomînin û ew ê li herêmên erdhejê bi gel re bin.