Şandeya Îmraliyê hevdîtinên xwe bi dawî kir û îro vedigere
Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de bi dawî bû, heyet îro vedigere Tirkiyeyê.

Navenda Nûçeyan- Hevdîtinên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên li Herêma Federal a Kurdistanê îro jî domiyan. Heyetê îro bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtinê kir, hevdîtina bi Mesrûr Barzanî re dawî bû, wê heyet îro vegere Tirkiyeyê.
Buroya Çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî hevdîtinên Şandeya Îmraliyê yên li Herêma Federal a Kurdistanê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku şandeya ji endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KDC) û Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê pêk dihat, hevdîtinên xwe yên li Herêma Federal a Kurdistanê temam kirin.
Hat destnîşankirin ku şandeyê îro di danê sibehê de bi Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin kir û wiha hate gotin: “Hevdîtina li avahiya serokwezîrtiyê hat lidarxistin, 45 deqeyan domiya. Şandeya Îmraliyê, têkildarî hevdîtina bi birêz Ocalan re hatiye kirin agahî parve kirin û li nêrîn, li pêşniyar û fikrên Barzanî yên têkildarî pêvajoyê guhdarî kirin. Şandeyê, hevdîtinên xwe temam kir û îro dê vegere Tirkiyeyê.”
Hêjayî gotinê ye ku Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo bi rayedarên PDK û YNK’ê re hevdîtinan pêk bîne û peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihîne, di 15’ê Sibatê de serdana Başûrê Kurdistanê kiribû.
Şande di 16’ê Sibatê saet 10:00’an de li navçeya Pîrman a Hewlêrê bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re civiya û civîna bi Mesûd Barzanî re saetek û 45 deqe berdewam kir.
Di çarçoveya bernameya şandeyê ya serdanan de, şande di 17’ê Sibatê de jî bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.
Duh jî şandeya Îmraliyê li Silêmaniyê bi serokê YNK’ê Bafil Talebanî, cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî û endama Mekteb Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed re civiyabû.