Şanaz Îbrahîm Ehmed bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk da

Endama Desteya Rêveber a Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed li dijî êrişên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê bertek nîşan da.

Navenda Nûçeyan- Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê tên kirin berdewam in. Endama Desteya Rêveber a Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed der barê êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka başûrê Kurdistanê, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal peyamek parve kir.

Şanaz Îbrahîm Ehmed di peyama parvekirî de ev tişt got:

“Ger di navbera Hewlêr û Enqereyê de yan jî Bexda û Enqereyê de peymanek hebe, divê mirov berê hêrsa gel bide rayedarên Iraqî yan jî Kurd. Lê belê ger peymaneke wiha tune be,  gelo wê demê ma hewce nake Tirkiye weke dagirker bê dîtin? Êrişên dewleta Tirk ên li dijî xaka Iraqê berdewam in. Em her roj dîmenên zindî yên êrişên leşkerên Tirk ên li dijî gundên Kurd û Asûriyan temaşe dikin. Li gorî daneyên jêbawer ên rêxistina şopandin û mafên mirovan a navenda wê DYA’yê, artêşa Tirk 15 km’an ketiye nava xaka Herêma Kurdistanê û piranî jê li Dihokê, 238 bombebaran pêk aniye. Xelkê sivîl ê bêguneh neçar dimînin ku malên xwe terk bikin. Ji roja êrişên dewleta Tirk dest pê kirin heta niha, herî kêm gef li ser 602 gundan çêbûye. Her wiha di êrişan de dibistanek û dêreke asûran jî hate tunekirin.”