Şakîla Qasimî 155 roj in bi awayê derzagonî tê girtin

155 roj di ser girtina Şakîla Qasimî li Kirmanê derbas bûn û welatiya Behayî bêyî tu sûc an biryara dadgehê di girtîgehê de tê girtin.

Navenda Nûçeyan – Nêzî 155 roj bi ser girtina welatiya Behayî ya 26 salî Şakîla Qasimî ku li Kermanê dijî, derbas bûne û ew hê jî bêyî biryara dadgehê di girtîgehê de ye; malbata wê dibêje ku tu agahî der barê sûcdariyan an pêşveçûna dozê de tune ye û daxwazên wan ên ji bo berdana demkî bêbersiv mane.

Girtin û sewqa ji bo girtîgeha Kermanê

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, Şakîla Qasimî piştî hêzên ewlehiyê bi ser mala wê ya li Kermanê de girtin, di 13’ê Sibata 2026’an de hat girtin û wê birin navenda binçavkirinê. Piştî girtina wê, Şakîla Qasimî sewqî girtîgeha Kermanê hatiye kirin ku niha li wir di beşa giştî de tê girtin.

Çavkaniyên nêzî malbatê dibêjin ku Şakîla Qasimî 100 rojên pêşîn ên girtina xwe di hucreya yekkesî de derbas kiriye, vê yekê rê li ber fikarên cidî li ser rewşa wê ya fîzîkî û derûnî vekiriye.

Kêmaniyên agahiyên dadwerî û nezelalî didome

Tevî ku zêdetirî pênc meh di ser girtina wê re derbas bûne jî heta niha tu agahiyên fermî der barê sûcdariyên li dijî Şakîla Qasimî, pêşveçûna dozê, yan jî dîroka darizandinê de nehatine belavkirin.

Malbata wê ku ji ola Baheyî ye, dibêje ku ew ji hûrgiliyên dozê nehatine agahdarkirin û der barê rewşa keça xwe de agahdariyên zagonî ji wan re nehatine dayîn.

Daxwazên kefaletê hatin redkirin

Li gorî nûçeyên hatine weşandin, daxwazên dubare yên malbata Şakîla Qasimî ji bo serbestberdana bi kefaleta demkî hê jî ji aliyê rayedarên dadwerî ve nehatine qebûlkirin.

Li gorî çavkaniyên agahdar, ev rewş tevî berdana demkî ya bi kefalet a gelek girtiyên siyasî û îdeolojîk ên jin li parêzgeha Kermanê di dema şerê 40 rojî yê Îran-Îsraîlê de pêk tê. Li gorî malbata girtî ev rewş nîşaneya pirsê li ser ka doza wê dê çawa were çareserkirin de bi xwe re tîne.

Rewşa girtinê û fikarên der barê pêvajoya darizandinê de

Berdewamiya girtina bêyî tohmetên fermî û nebûna zelaliyê di pêvajoya dadwerî de, fikarên li ser rewşa Şakîla Qasimî zêde kirine.

Aktivîstên hiqûqî û endamên malbatê tekez dikin ku girtina dirêj bêyî çarenûseke diyarkirî dibe ku bibe sedema xeterên cidî li ser tenduristiya derûnî û gotin ku pêwîst e doza wê bi lez were çareserkirin.