Şahiya rizgarkirina Şengalê: Bi xêra şehîdan em li ser axa xwe ne

Di şahiya 11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê de dayik û jinên êzidî peyamên parastina Şengalê û şopandina xeta şehîdan dan.

Şengal – Di ser rizgar kirina Şengalê re 11 sal derbas bûn. Di 13’ê Mijdara 2015’an de Şengal ku rastî fermaneke dermirovî hatibû ji aliyê gerîlayên tevgera Azadiya Kurdistanê, keç û xortên êzidxanê ve hate rizgarkirin. Ji wê rojê û pê ve civaka êzidî li Şengalê pergala xwe ya parastinê avakir, bi meclîs û komînên xwe rêveberiya xwe ya xweser avakir. Li ser axa Şengalê bi çand û baweriya xwe ya resen jiyana xwe berdewam dike.

Bi beşdariya gelê Şengalê li navenda Şengalê li kêleka Medreseya Sor bi boneya 11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê pîrozbahî hat li dar xistin.

‘Şengal bi keda şehîdan hate rizgarkirin’

Pîrozbahî bi yek deqe rêzgirtinê destpê kir û bi peyamên girîng berdewam kir. Li ser navê saziya Malbatên Şehîdan Dayê Neam Bedel di destpêka axaftina xwe de ev roj li tevahiya civaka êzidî, gerîlayên li serê çiya, YBŞ, YJŞ’ê û Asayîşa Êzidxanê pîroz kir û got: “Ne keda gerîla, civak û şehîdên me bûya dibe ku em ne li vir bûna. Ev roj ji bo civaka êzidî rojeke dîrokî ye. Kesî bawer nedikir rojekê Şengal rizgar bibe û em bi serbilindî li ser axa Şengal vegerin. Di rojeke weke îro de di sala 2015’an de Şengal bi keda şervan û şehîdan hat rizgarkirin.  Lê belê di milê siyasî de hê jî Şengal nehatiye rizgarkirin. Nehiştine heta niha Şengala me were avakirin. Ew ciyên ku li Iraqê hatibûn talankirin îro hatine avakirin lê belê Şengal hê jî weke xwe ye. Weke wan rojên xwe yên şer e. Şengal hê wêran e, talankirî ye. Em wek civaka êzidî dixwazin Şengalê bi xwe bi rê ve bibin. Em naxwazin Şengalê careke din bi destê kesekî din ve bispêrin. Em dixwazin şervanên me weke ji 2014’an şûn de parastina axa me bikin. Ev tê wateya parastina Iraqê jî. Em jî beşeke Iraqê ne. Divê Iraq me paşguh neke.”

Dayê Neam Bedel anî ser ziman ku civaka êzidî heta roja îro bi gelek zahmetiyan re rû bi rû maye û wisa berdewam kir: “Hê jî gorên me yên komî ku nehatine vekirin hene. Dîlgirtiyên me hê li me venegeriyane, hestuyên me li tiba edlî hatine sekinandin. Em ji Iraqê tiştekî naxwazin. Em dixwazin li ser axa xwe bi serbilindî û azad jiyan bikin. Em weke malbatên şehîdan ji civaka xwe dixwazin ku tifaq bin, destê xwe bidin destê hev û gund û bajarê xwe ava bikin, li derdora hêzên xwe yên parastinê bibin xelek.”

‘Rêber Apo bi hawara civaka me ve hat’

Berdevka Hevseroka Meclîsa Gel a Şengalê Besê Avesta di peyama xwe de balkişand ser rola şehîdan û got: “Şengal bi keda şehîd û qehremanan hate rizgarkirin. Beriya her tiştî divê em şehîdên xwe bibîr bînin û vê rojê li wan pîroz bikin. Weke Şehîd Egîd û Şehîd Dilşêr gelek qehremanan berê xwe dan Şengalê û bi hezaran jinên êzidî rizgar kirin. Mirovên weke Şehîd Zerdeşt, Çeko, Dijwar bi xwe re rakirin û xwe kirin fedaiyên vê civakê. Em hemû li pê xeta wan şehîdan e.”

Besê Avesta di axaftina xwe de silavên taybet ji Rêber Abdullah Ocalan şand û got: “Rêber Apo di nav çar dîwaran de bi hawara êzidiyan ve hat. Em êzidî ne û em ê her êzidî jî bimînin, em ê li ser çand û baweriya xwe bin.”

‘Li Şengalê niha em di merheleyeke nû de ne’

Hevseroka Meclîsa Gel a Şengalê Xoxê Dexîl hestên xwe yên di derbarê rizgarkirina Şengalê de wiha anî ser ziman: “Em 11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê li Rêber Apo, li gerîlayên serê çiya, li Tevgera Azadiyê, li civaka me ya êzidî û hemû gelên bindest pîroz dikin. Ger îro em li Şengalê ketine merheleyeke nû û bahsa entegrasyona demokratîk dikin ev bi keda şehîdan û Rêbertî pêk hatiye. Pêvajoya Aşitî û Aivaka Demokratîk bandor li ser Şengalê jî kiriye û niha li vê derê jî gûhertin û vegûhertinek hatiye destpêkirin. Em dixwazin civakbûneke ku hemû beşan di nav xwe de dihewîne ava bikin. Heta niha civaka me bi temamî nevegeriyaye ser axa xwe. Şengal hê nehatiye avakirin. Em di nav hewldanan de ne ku civaka me careke din li hev dû kom bibe.”

‘Em ê ti caran serî netewînin’

Dayê Neam Xelef kêfxweşiya xwe ya ji bo vê rojê wisa anî ser ziman: “Ev roj ji bo me pîroz e. Em vê rojê li şehîdan û şervanan pîroz dikin. Bi xêra wan em dikarin li ber xwe bidin. Em ê ti caran serî netewînin. Em careke din fermanek din li ser xwe qebûl nekin û tekoşîna xwe bidomînin.”

Dayê Zozan Simo ku beşdarî pîrozbahiyê bû jî anî ser ziman ku ji bo rizgarkirina Şengalê gelek berdêlên giran dane û got: “Şengal bi xwîna şehîdan hat rizgarkirin. Piştî Şengal rizgar bû, keçên me jî çek rakirin û li hemberî DAÎŞ’ê şer kirin. Piştî Şengal rizgar bû şûn de jî em weke civaka êzidî 12 sal in kar û xebat didin meşandin. Îro jî bi dewleta Iraqê re pêvajoyek hatiye destpêkirin. Keda me vala neçû. Heta em sax bin em ê li pey şehîdên xwe bin.”

Piştî axaftin û peyaman endamên Koma Sitiya Nexşa ya Dîlanê derketin ser dikê û hûnera xwe pêşkeş kirin. Hûnermendên Şengalî Eyaz Mirad û Karwan Welat û endamên komîna Saza Êzî jî bi stranên xwe coşa gel bilindtir kirin. Di dawiya şahiyê de dîlan hate gerandin.