Şahiya girseyî a 8’ê Adarê bi gerandina govendê dawî bû

Şahiya girseyî a pîrozbahiya Roja Jinên Cîhanê bi dirûşmeya “Tekoşîna me tamînate şoreşa jinê ye” ji aliyê jinên Bakur û Rojhilat Sûriyeyê ve hatibû li dar xistin, bi soza jinan a ji bo bilindkirina têkoşînê û gerandina govendê dawî bû.

        

Qamişlo –Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiya girseyî ya Roja Jinên Cîhanê bi ruhekî geş û moralekî bilind pîroz kirin. Jinan li qada pîrozbahiyê nameya serkeftinê ji tevahî hêzên serwer e dan ku tu kes nikare vîna jinan bişkînin. Jinan pîrozbahiya xwe li Gundê Hîmo yê bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyayê li dar xistin. Dilgeşiya jinan ruhê têkoşîna 8’ê Adarê zindî hişt. Jinan di şahiyê de dirûşmeyên ku jin û têkoşînê bi hevdu re pênase dike beriz kirin û di girtina serkêşiya şahiya serkeftinê de pêşeng bûn. Piştî pîrozbahiya mêvanan û axaftina komên hunerê berhemên xwe pêşkêşkirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro şahiya girseyî a ji bo pîrozkirina Roja Jinên Cîhanê bi pêşengtiya Kongreya Star û rêxistinên jinan ên di herêm de hate pîrozkirin. Piştî bernameyekî têr û tijî şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.  

Koma Cûdî ya stranan girêdayî çand û hunera bajarê Dêrikê çend stranên şoreşgerî vegotin. Koma Rojbîn Ereb ya bajarokêTil Koçerê govenda xwe lîstin. Koma Stêra Zêrîn ya bajarê Qamişlo stranên xwe vegotin. Koma Serdem ya Nuhasê berhemên xwe pêşkêş kirin. Koma jinên ciwan ya taykwando berhemên xwe yên sporê pêşkêşkirin. Hunermend Nesrîn Botan stranên şoreşgerî vegotin. Koma qereçox ya koçerata govenda xwe lîstin. Hunermend Evîn Bîlal ji Helebê strand. Fatima Bîlal ji Şehbayê strand. Sumeya Mihemed ji Serêkaniyê stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.