Şahidên rizgarkirina Şengalê: Bê pelav û peya çûm mala xwe
Jinên ku şahidî ji rizgarkirina Şengalê re kirine da zanîn ku destpêkê qet bawer nekirine dê Şengal ji çeteyan were rizgarkirin û gotin ku piştî bihîstina rizgarkirinê ji kêfan bê pêlav û peya çûne cih û warên xwe.
CÎLAN ROJ
Şengal – Warê qedîm Şengal ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyan ve hatibû dagirkirin, di encama şerê 11 mehan a sîng bi sîng a li taxên Şengalê hat meşandin de ji aliyê şervanên azadiyê ve di 13’ê Mijdara 2015’an de hat rizgarkirin. Zarokên qedîm a van axan şev û roj li çeperan tax bi tax kolan bi kolan li dijî çeteyên herî hov ê cîhanê şer kirin û her bihosta Şengalê ji çeteyan rizgarkirin. Piştî rizgarkirina Şengalê Êzidî bi kêf û dilxweşiyek mezin vegeriyan ser warên xwe, xwe bi rêxistin kirin û li ser bingelê paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan Şengalê ji nû ve ava kirin.
Lê beriya wê divê kurt be jî ka em bi bîr bixin Şengal bi planeke qirêj çawa û ji aliyê kî ve hat firotin.
Îxaneta li dijî Êzidiyan
Çeteyên DAIŞ’ê 10’ê Hezîrana 2014’an destpêkê êrişî Musilê kir û di nav rojekê de bêyî ku li pêşiya xwe astengiyek bibîne Musilê dagir kir. Piştî ku di 10’ê Hezîranê de Mûsil teslîmî DAIŞ’ê hat kirin, êdî parastina Şengalê jî nemabû. Êzidiyên li Şengalê ketibûn nav tirs û fikara DAIŞ’ê. Pêşmergeyên PDK’ê ku soza parastina Şengalê dabû Êzidiyan, dest danîbûn ser çek û cebilxaneyan, çekên xwe jî dabûn ser pişta xwe û bi carekî re ji Şengalê reviyabûn. Bi vî awayî, bi îxaneta mezin a PDK’ê re li ber şikestina Şengalê û fermana li ser civaka Êzidî hate vekirin. Piştî îxaneta PDK’ê ya li hember civaka Êzidî, çeteyên DAIŞ’ê bi hovîtiyeke mezin 3’yê Tebaxa 2014’an de êrişî Şengalê kir. Di dema êrişa çeteyan de Êzidî ji bo ji rizgariyê berê xwe dan Çiyayên Şengalê û xwe spartin çiyayan. Di êrişê de çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran kes qetilkir, bi hezaran jin û zarok dîl girtin û li ber çavên cîhanê li bazarên ku avakiribûn jinên Êzidî firotin.
Lê bes hedef û armanca çeteyên DAIŞ’ê û hêzên li pişt wê, bi saya mudaxeleya gerîlayên azadiyê têk çû û bi hezaran Êzidî di encama vekirina korîdora mirovahiyê de ji aliyê hêzên HPG, YJA-STAR, YPG û YPJ’ê ve hatin rizgarkirin.
Bersiva Êzidiyan a li hemberî fermanê: Artêşbûn
Destwerdana gerîlayên azadiyê li Şengalê qonaxeke nû da destpêkirin. Ji bo parastina Şengalê û Ezdatiyê keç û xortên Êzidî perwerdeyên leşkerî dîtin. Ev perwerdehiya bi çend kesan dest pê kir, di demeke kurt de veguherî artêşa parastinê ya Êzidiyan. Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekineyên Parastina Jinên Şengalê (YPJ-Şengal) ku pişt re navê xwe kir YJŞ (Yekineyên Jinên Şengalê) li çiyayê Şengalê ava bûn. Bersiva Êzidiyan a li hemberî fermanê artêşbûn bû. Piştî merheleya parastinê temam bû vê carê amadekariya rizgarkirina Şengalê ya ji destê çeteyan hatibû kirin. Lê beriya ku pêngava rizgarkirina navenda Şengalê were destpêkirin, hem li başûr hem jî li bakurê Çiyayê Şengalê gelek gund û bajarok hatibûn rizgarkirin. Li ser vê esasê jî di 29’ê Çileya 2015’an de YBŞ, YPJ-Şengal û Hêzên Parastina Şengalê (HPŞ) daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê û ragihandin ku wan di bin navê ‘Fermandariya Êzîdxanê ya Ji Bo Rizgariya Şengalê’ de fermandariyeke hevbeş ava kirine.
Şerê sîng bi sîng
Rizgarkirina navenda Şengalê, hedefekî zor û zehmet bû. Ji ber ku DAIŞ xwe li navenda Şengalê bi hêzeke mezin bicih kiribû û amadekariya şerekî demdirêj dikir.
Amadekariya şerê bajêr, bi pêşengiya fermandarê nemir ê HPG’ê Egîd Civyan hate kirin, her wiha Mam Zekî Şengalî jî şev û roj amadekariya vê pêngavê dikir. Li navenda Şengalê şerekî dijwar hate meşandin. Çeteyên DAIŞ’ê xwe ji bo şerê bajêr amade kiribûn û mal bi mal xwe bicih kiribûn. Lê şervanên azadiyê mal bi mal, tax bi tax bi dayîna berdelên mezin Şengal ji çeteyan paqij kirin. Û di 13’ê Mijdara 2015’an de jî rizgarkirina navenda Şengalê ji hemû cîhanê re hat ragihandin. Pêngava ku di destpêka sala 2015’an de bi avakirina ‘Fermandariya Êzîdxanê ya Ji Bo Rizgariya Şengalê’ destpêkiribû, di encama berxwedana 11 mehan a li taxên navenda Şengalê de bi serkeftinê bi encam bû.
Li pêş eniya şer şerekî dijwar diqewimî, şervanên azadiyê bi canên xwe parastina Şengalê dikirin. Lê dema şervanên azadiyê sîng bi sîng bi çeteyên DAIŞ’ê re şer dikir, gel jî li pişt çeperên şer bi moral û tiliyên xwe, bi çêkirina xwarinan a ji bo zarokên xwe, destek didan hemleyê.
Yanî Şengal bi Şerê Gel ê Şoreşgerî ji çete û qirêjiyên wan hat paqijkirin.
Propagandayên derew ên PDK’ê
Piştî rizgarkirina Şengalê bi taybet PDK’ê ku ji Şengalê reviyabû û Êzidiyan teslîmî DAIŞ’ê kiribû, dest bi propagandayeke derew kiribû. Serkêşa propagandayên derew serokê PDK’ê Mesut Barzanî ji bo hevkariya xwe ya bi DAIŞ’ê û fermanê veşêre, bê şerm û heya li ser ekranên televîzyonan îdia kir ku ew yanî hêzên pêşmergeyan Şengalê rizgar kirine, derveyî pêşmergeyan tu kes Şengalê rizgar nekiriye. Lê bes hemû dinya di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi çavên xwe dît ka pêşmergeyên PDK’ê çawa Êzidiyan bê parastin hiştin û ji Şengalê reviyan.
Ji aliyên din ve dema pêvajoya rizgarkirina Şengalê û piştî vê jî civaka Êzidî bi taybetî jinên Êzidî ji her hêlî ve xwe perwerde û bi rêxistin kirin. Perwerde û rêxistinbûna jin û civaka Êzidî bersiva herî girîng a fermanê bû.
‘Me bawer nedikir dê em ê careke din vegerên Şengalê’
Bi nêzhatina salvegera rizgarkirina Şengalê jinên ku şahidî ji wê rojê re kirine ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku ew bi rizgarkirina Şengalê û şehîdên xwe serbilind in.
Endama Meclisa Xweser a Serdeştê Qîmet Xwedêda got ku dema rizgarkirina Şengalê ew li aliyê Kersê bûne û ev tişt vegot: “Bi rastî me bawer nedikir dê careke din em vegerin cih û warê xwe û Şengalê ji çeteyan bê paqijkirin. Lê bes Şengal ji aliyê hevalan ve ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Heval zehmetiyan dîtin, şehîd jî dan lê ji bo rizgarkirinê çi ji destê wan hat texsîr nekirin. Şervan li ber Şengalê gelek şehîd dan.”
‘Ji kêfan pêxwas û peya çûm mala xwe ya li Xanesorê’
Qîmet Xwedêda destnîşan kir ku dema şervanên azadiyê hatine hejmara wan ne zêde bûye û ji ber wê gotine ev hêz çawa kariye Şengalê rizgar bike û wiha got: “Şervan û zarokên me pêkve şer kirin û Şengal rizgar kirin. Di dema pêvajoya rizgarkirina Şengalê de me li gundê xwe yê Kersê dinêrî û me digot dê em ê kengî biçin malên xwe. Piştî Şengal bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin ez ji kêfan Kersê pêxwas û peya çûm mala xwe ya li Xanesorê.”
‘Divê êzidî li dijî dijmin yekdest bin’
Endama Meclisa Xweser a Serdeştê Qîmet Xwedêda ragihand ku li ser rizgarkirina Şengalê 10 sal derbas bû lê siyaset qirêj hê jî li ser wan neqediya ye û wiha domand: “Ji ber siyaseta qirêj ên dijmin êzidiyên li kampan hêj venegeriyane. Kesên xayîn rê li pêşiya vegerê digirin û nahêlin êzidî tiştek bi ser bixin. Ma kî naxwaze venegere ser axa xwe? Lê siyaseta qirêj kesên ku Şengal û êzidî firotin, rê li ber vegerê digirin.”
Herî dawî Qîmet Xwedêda hêvî û daxwaz ji êzidiyan kir ku bibin yekdest û li hember siyaseta qirêj ên dijmin şiyar bin.
‘Li milekî kêfxweşî hebû li milekî din jî şehîdên me hebûn’
Yek jê jina ku şahidî ji rizgarkirina Şengalê re kirî endama Saziya Malbatên Şehîdan Pakîz Celal e.
Pakîz Celal diyar kir ku dema rizgarkirina Şengalê ew li gundê Guhbel li mala xwe bûne û wiha got: “Em ji rizgarkirina Şengalê gelek kêfxweş û serbilind bûn lê li milekî kêfxweşî hebû li milekî din jî şehîdên me hebû. Piştî rizgarkirina em ketin nav navenda Şengalê û me li vir malên wêrankirî, hestiyên însanên ku dema fermanê hatibûn qetilkirin û hwd. dît. Heta em bimirên dê rewşa destpêkê ya rizgarkirina Şengalê li pêş çavên me be û li dîrokê bê nivîsandin. Em bi rizgarkirina Şengalê û şehîdên xwe serbilind in. Heta mirov li ber axa xwe şehadet nede, bedel nede nikare bigihêje axa xwe. Heta dawiyê soza me soza şehîdan e.”
‘Jin dikare her tiştî bike û bi ser bixe’
Di axaftina xwe de endama Saziya Malbatên Şehîdan Pakîz Celal bal kişand ser rewşa jin ên piştî fermanê û ev tişt anî ziman: “Jinên êzidî piştî xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde û zane kirine û niha dikarin her tiştî bikin. Wekî pêşiya me gotî şêr şêr e çi jin e çi mêr e. Di navber jin û mêr de tu cudahî nîn e û jin dikare her tiştî bike û bi ser bixe.”
Her wiha di dawiya axaftina xwe de Pakîz Celal ragihand ku hê jî ferman bi dawî nebûye, mala Barzanî û PDK ku roja fermanê Şengal û wan firotine, niha bi dijmin re bûne yek û êrişê wan dikin.