Şahida komkujiya Dêrikê: Em serî natewînin

Şêrîn Ferho şahîda bûyera komkujiya dewleta tirk a dagirker ku li dijî sivîlên Dêrikê pêk hat û ji komkujiyê xelas bû behsa bûyerê kir û got: “Me serî netewand, em ê netewînin.”

ROJ HOZAN

Qamişlo - Di şeva 19’ê Mijdara 2022’an de dewleta tirk a dagirker bi balafirên şer êrîşî stasyona eletrîkê ya li herêma Koçerat bajarê Dêrikê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Dema gelê Dêrikê berê xwe dan cihê bûyerê komkujî li dijî sivîlan pêk anî û di encamê de 11 kes şehîd bûn û 4 kes jî birîndar bûn. Ev ne cara yekem e ku dewleta tirk êrîşî cihê xizmetguzeriya gel dike berî niha careke din êrîşî heman cihî li herêma Koçerat kiribû û di encamê de talaneke mezin li wî cihî pêk anîbû. Şêrîn Ferho yek ji şêniyên Dêrikê ye ku tevî hevalên xwe berê xwe dabû cihê bûyerê ji bo birîndaran bigihînin nexweşxaneyê û kêliyên ku ew li cihê buyerê ne balafira dewleta tirk car din tobbaran dike. Şêrîn Ferho behwsa wan kêliyan kir û helwesta xwe ya li dijî êrişan anî ziman.

‘Ev ne cara yekem e dewleta tirk komkujiyê li Dêrikê pêk tîne’

Şêrîn Ferho behsa şeva bûyerê kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Despêkê ez sersaxiyê ji malbatên hevalên xwe yê yên di vê komkujiya bêbext de şehîd bûn re dixwazim. Di şeva 20’ê Mijdarê de em bi dengê bombebarana balafiran hişyar bûn, şev dereng bû her kes li malê di xwe de bû. Du caran dengê bombebaranê hat bi rengekî wisa bû ku wekî erdhej çêbe. Zarokên min ji xwe rabûn gazî min kirin, min ji wan re got netirsin ez ê biçim binêrim çi qewimiye? Paşê dema ji me re gotin li gundê Teqilbeqil ê Koçeratê dixe me xwe amade kir em biçin wê derê ji bo birîndaran. Ji ber ku ev ne cara yekem bû dewleta tirk kiryarên wiha li Dêrikê dide meşandin berî niha jî li Qereçoxê û stasyona eletrîkê xistibû. Me xwe da hev û em gihîştin cihê bûyerê du birîndarên me hebûn destpêkê me ew rakirin herdu jî sivîl bûn û di stasyonê de kar dikirin. Gelê Dêrikê ji bo birîndarên xwe rakin hemû xwe amade kiribûn. Em gihîştin cihê bûyerê sê balafirên şer ên dewleta tirk li ezman digeriyan ji bilî balafirên keşfê. Li cihê bûyerê hêzên Amerîkayê jî hatin em çûn pêşiya wan girt da em wan şermezar bikin. Hêzên Amarîkayê ji erebeyên xwe derneketin, me hinek wisa gotin ji wan re got. Agahiya wan hebû ku wê careke din bombebaran bike ji bo wê nediketin nava gel. Di vê komkujiyê de destê Amerîkayê jî hebû. Ji nişkêve me dît tercûmanê Amerîkiyan ji erebeyê daket tablêtek pê re bû li tablêtê mêze kir û li me mêze kir û got birevin, hîn wisa digot balafirê top avêt nava koma sivîlan.”

‘Hêzên Amerîkayê em bi balafiran re rû bi rû hîştin û reviyan’

Şêrîn Ferho di berdewamiya axaftina xwe de qala şahidiya xwe dema şehîdxistina sivîlan kir û wiha domand: “Berî balafir bavêjê dayika berxwedêr hevala min Hediya dayika Hogir sekneke berxwedêr weke her car nîşan da û tiliya xwe dirêjî çavên wan Amerîkiyan kir got ku ew sûcdarên qetilkirina gel in. Dema top ber bi sivîlan ve hat êdî erd rûxiya, em her kesek bi deverek ketin perçe li her derê bûn. Ez pekiyam newakekê, hêzên Amerîkî reviyan û em di nava êrîşên balafirên dewleta tirk de hiştin. Hevalê me şehîd Hisên got em ê birîndaran rakin û vir vala bikin, şehîd Hisên dema ji gel min çû êdî nema vegeriya topa duyemîn lêda şehîd bû. Hevalê me Nezîr Abu Ciwêl bi erebeya xwe birîndar rakirin û hemû heval pê re siwar bûn. Ji ber ez di newalê de ketibûm min nedît çawa li erebeyê de ji nişkêve min dît balafira keşfe li erebeya Abu Ciwêl da hemû sivîlên tê de tevî birîndaran şehîd bûn. Şev pir reş bû me ne dizanî kî sax maye kî şehîd bûye. Dema erebeya Abû Ciwêl teqiye şewqa agir da her derê, parçeyên canê hevalên min pekiyan ser min. Ez di cihê xwe de rawestiyam û min bang kir hevalno kesê bersiva min nedida. Balafir digeriyan li ser serê min, di wê kêliyê de ez bi tenê sax mam dilê min pir dêşiya ez ji xwe neditirsiyam lê êşa windabûna hevalên min pir giran bû.  Min xwe berda newaleke din balafirê li cihê min da wê demê ez di erda xwe de sekinîm û bi erdê ve min xwe kişand her min bang dikir hevalno belkî hindek şehîd nebûne bersiv tunebû. Min ji şehadetê re xwe amade kiribû. Balafir heya berbanga sibehê geriya. Min xwe gihand gundê Berojê.”

‘Ez ê têkoşîna hevalên xwe berdewam bikim’

Şêrîn Ferho helwesta xwe li dijî vê êrîşî anî ziman û wiha bi dawî kir: “Roja din sibehê ji Berojê dîsa bi biryareke xurt min berê xwe da cihê bûyerê, dema ez gihîştim min dît hevalên min hemû şehîd bûne çokên min şikestin. Me şehîdên xwe anîn dêrikê û 4 birîndarên me hebûn me rakirin nexweşxaneyê. Bûyereke bi êş bû heya niha dema ez qala wê dikim kelecan min digre. Ji nav hevalên xwe ez bi tenê vegeriyam, beşdarî merasîma hevalên xwe bûm û min bi dilekî bi êş ew oxir kirin. Heya ez sax bim hevalên xwe ji bîr nakim û ez ê têkoşîna wan berdewam bikim. Li hemberî vî dijminê hov bila jin destên xwe bikin yek û hêza xwe xurt bikin bi dirûşma “Jin jiyan azadî”hemû planên dijmin vala derxin.”