Îsraîlê sîvîlên ku xwe sipartibûn dibistanê hedef girt

Hat diyarkirin ku Îsraîlê li Zivala Xezayê êrîş bir ser sîvîlên ku ji cîhê xwe bûne û xwe sipartine dibistanê û tê diyarkirin ku di encama topbaranê de mirî û birîndar hene. Bang li saziyên navneteweyî hat kirin ku sîvîlên li dibistanê werin derxistin.

Navenda Nûçeyan - Îsraîlê ji 7ê Cotmehê ve êrîşên xwe yên li dijî Zivala Xezayê bênavber didomîne. Li gorî daxuyaniya dawî, di êrîşan de herî kêm 14 hezar û 500 zarok, 9 hezar û 560 jin 33 hezar û 634 Filistînî hatin qetilkirin; 76 hezar û 214 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Yekîneya Parastina Sivîl a li Xezaeyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Îsraîlê êrîşî dibistaneke ku gelek sivîl li Kampa Penaberan a Nuseyratê ya li navenda Zivala Xezayê diman kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî ku dibistan bû hedefa topan, bi dehan banga alîkariyê li ekîbên parastina sivîl ên herêmê kirin. Hate diyarkirin ku di dibistana ku piraniya wan jin û zarok de welatiyên koçber lê bi cih bûne de mirî û birîndar hene.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber metirsiya êrîşê nekarîn xwe bigihînin kesên mirî û birîndar ên di dibistanê de, bang li Neteweyên Yekbûyî û Xaça Sor a Navneteweyî hat kirin ku birîndaran ji dibistanê derxînin.