Îsraîlê qetlîamên xwe yên li Xezayê didomîne

Êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê bênavber berdewam dikin. Di dema ku li Xan Yûnisê di rojekê de 89 Filistînî hatin qetilkirin de, Îsraîl êrişî El-Mevasî ya ku wek “herêma bi ewle” hatibû îlankirin jî, kir.

Navenda Nûçeyan - Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve êrişên xwe yên hewayî, bejayî û deryayî yên li ser Zîvala Xezayê bênavber didomîne. Îsraîl bi hedefgirtina sivîlan li Xan Yûnisê komkujiyeke din pêk anî.

Hat diyarkirin ku Îsraîlê di êrişên xwe yên li ser bajarê Xan Yûnisê de di rojekê de 89 Filistînî qetilkir. Hikûmeta Xezayê ragihand ku di encama êrişê de 263 Filistînî birîndar bûne û 68 kes jî winda bûne. Tê diyarkirin ku tenê di rojekê de li Xan Yûnisê 150 hezar kes ji cih û warê xwe bûne.

Êrişa li ser ‘Herêma bi ewle’

Îsraîl li rojavayê Xan Yûnisê jî êrişî herêma El-Mevasî ya ku weke ‘herêma bi ewle’ îlan kiribû, kir. Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî daxuyanî da û destnîşan kir ku li Xezaya ku di bin êrişan de ye cihek bi ewle nemaye.

Sîstema tenduristiyê nîne

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric, got ku her yek ji fermanên valekirinê yên Îsraîlê jiyana mirovan serûbin dike û sîstema tenduristiyê ya li Xezayê bi temamî têk çûye.

Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmetê ya li Xezayê jî ragihand ku 15 hezar birîndar û nexweş hewcedarê dermankirinê ya li dervey welat in.