Îsraîlê li Lubnanê 201 xebatkarên tendirustiyê qetil kir

Artêşa Îsraîlê, li Lubnanê dagirkerî û binpêkirina agirbestê didomîne. Ji 8’ê Cotmeha 2023’yan ve heta niha, di êrîşên Îsraîlê de, 38 nexweşxane bûn hedef, 201 xebatkarên tendirustiyê bi êrîşan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tendirustiyê ya Lubnanê, der barê êrîşên Îsraîlê yên ji 8’ê Cotmeha 2023’yan heta 27’ê Çileya 2025’an de raporek weşand.

Di raporê de, diyar kir ku Îsraîlê li Lunbanê ji wê demê ve heta niha 68 car, êrîşê 38 nexweşxaneyan kiriye, 8 ji wan ji xizmetê derketine û 2 ji wan jî heta niha girtî ne.

Her wiha di raporê de diyar kir ku li paytexta Lubnan Beyrûdê û herêmên li başûrê wê di êrîşan de 16 kesan jiyana xwe ji deset dane, 74 kes jî birîndar bûne.

Di êrîşên Îsraîlê de 25 wesayîdan zirar dîtine, li ser 63 ocaxên tendirustiyê êrîş çêbûne, 50 ji wan hinek beşên wan, 10 ji wan jî bi temamî rûxiyane.

201 xebatkaran jiyana xwe ji dest dan

Li Lubnanê Îsraîlê 237 caran êrîşê saziyên tendirustiyê kiriye, di van êrîşan de 201 xebatkarên beşa lezgîn jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de her wiha bal kişnadin ku 67 navend bûne hedef, li ser 177 ambulans û 59 wesayîdên agirkujiyê êrîş çêbûye.

Îsraîl binpêkirina agirbestê didomîne

Di navbera Îsraîlê û Hizbullahê de li xeta sînor a Lubnan-Îsraîlê pevçûnên ku di 8’ê Cotmeha 2023’yan de dest pê kirine, di Îlona 2024’an de dijwar bûne û bi bombebarana dijwar a Îsraîlê re ji bejahî ve hatibû dagirkirin. Peymana agirbestê ya di navbera Lubnan û Îsraîlê de, 27’ê Mijdara 2024’an tevî ku ket meriyetê jî artêşa Îsraîlê li başûr, dagirkeriyê dike û agirbestê binpê dike.