Îsraîlê li dijî kampên Filistîniyan êrişa hewayî pêk anî

Îsraîlê êrîşa hewayî li dijî kampên li herêma El- Mevasî ya bajarê Han Yunusê pêk anî ku Filistîniyên bi zorê ji cihên xwe bûne xwe spartinê. Tê diyarkirin ku di êrişê de hejmarek zêde Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Ofîsa Ragihandinê ya Hikumeta li Xezayê, ragihand ku Îsrail êrîşa hewayî li dijî kampên li herêma El- Mevasî ya rojavayê Han Yunus ku Filistîniyên bi zorê ji cihên xwe bûne xwe spartinê pêk anî û komkujî kiriye.

Di daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê de hat diyarkirin ku di komkujiya mijara gotinê de nêzî 100 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Hat destnîşankirin di nava wan de xebatkarên Servîsa Rewşên lezgîn a sivîlan hene.

Yekîneya Parastina Sivîlan a li Xezayê diyar kir ku di êrîşa li dijî El-Mavasî de ku Îsraîlê weke ‘herêma bi ewle’ ragihandibû, herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan jî birîndar bûne.

Radyoya artêşa Îsraîl: Hedef Muhammed Deif bû

Radyoya artêşa Îsraîlê de di nûçeya ku xwe dispêre sê çavkaniyên parastinê de, di êrişa li nêzî Han Yunus pêk anî de diyar kir ku êrişek ‘gelek girîng e.’ Li gorî îdiayên radyoyê hedefa êrîşa Îsraîlê serokê baskê leşkerî yê Tûgayên Îzzeddîn El Kassam ê Hamasê Mûhammed Deîf e. Hê nehatiye tesbîtkirin ku ka Muhammed Deif jiyana xwe ji dest daye yan ne.

Hamas: Ên hatin qetilkirin sivîl in

Rayedareke Hamasê ji Reuters re axivî got ku yên ku li Han Yunusê hatin qetilkirin sivîl in, êrîş bi awayekî cidî dijwar bûye.

38 hezar û 345 kesan jiyana xwe ji dest dane

Li aliyê din di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Wezareta Tendirustiya Filistînê li Xezayê hat dayin de ragihandibû ji 7’ê Cotmehê ve heta niha hejmara Filistîniyên di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 38 hezar û 345’an, hejmara birîndaran jî bû 88 hezar û 295 kesan.