Îsraîlê êrîşî Refahê kir: 11 kesan jiyana xwe ji dest dan

Artêşa Îsraîlê li bajarê Refahê yê li başûrê Xezayê sivîlan hedef girt. Hat diyarkirin ku di êrîşê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û 25 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve bênavber êrîşên xwe yên li ser Zîvala Xezayê didomîne. Balafirên şer ên artêşa Îsraîlê li kolana Selahedîn a rojhilatê bajarê Refahê cihê ku sivîl lê hebûn bombebaran kir.

Çavkaniyên tenduristiyê destnîşan kirin ku di encama bombebaranê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane û 25 kes jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku birîndar rakirine Nexweşxaneya Ewropayê ya li bajarê Xan Yunus a Xezayê.

Îsraîl di daxuyaniya xwe ya 6’ê Gulanê de daxwaza valakirina hin taxên li rojhilatê Refahê ku Filistîniyên bi darê zorê ji cih û warên xwe siwar bûne, kiribû. Her wiha sihara 7’ê Gulanê ragihandibû ku bi êrîşa bejayî ya li ser Refahê, deriyê sînorê bi Misrê ve ve yê aliyê Xezayê bidest xistiye.