Îsrailê êrişî kampa kon kir: Herî kêm 40 kesan jiyana xwe ji dest dan

Îsrailê kampa konên kesên li Xezayê ji cihê xwe bûne kir hedef. Hate diyarkirin ku di êrişê de herî kêm 40 kesan jiyana xwe ji dest dane û 60 kes jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan- Îsrailê ji dîroka 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha êrişên xwe yê li dijî Zîvala Xezayê bê navber berdewam dike. Îsrailê vê carê êrîşî kampa konên Filistîniyên ku bi zorê koçber bûne kir.

Li gor şahidan, balafirên şer ên Îsrailê bi 3 fuzeyan êrişî konên kesên ku ji cihên xwe bûne li herêma El-Mevasî ku di hat îdeakirin ku ‘bi ewle ye’ ya li rojavayê Xan Yûnis kir. Hate diyarkirin ku di êrişê de herî kêm 20 kon şewitîn, hejmarek zêde ya kesan xistine bi axan. Agahiya ku di êrişê de herî kêm 40 kesan jiyana xwe ji dest dane, 60 kes birîndar bûne hate parve kirin.  

Dibe ku hejmare kesên jiyana xwe ji dest dane zêde bibe

Tîmên parastina sivîl ku çuye herêmê diyarkir ku ji ber nebûna kehrebeyê, çala ku cenaze ketine û derbasî derdor bûne xwegihandina kesên jiyana xwe ji dest dane zoriyan dikşînin. Ji ber vê tê texmînkirin ku hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane zêde bibe. Miduryeta Parastian Sivîl der barê êrişê de daxuyanî da û ragihand ku di êrişê de 65 kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne û xebatên lêgerîn û rizgariyê berdewam dike.

‘Malbatên ku bi temamî tunebûne hene’

Berdevkê Midurê Parastina Sivîl li Zîvala Xezayê Mahmud Basal Al Jazeera di daxuyaniya ku da televizyonê wiha got: “Ger em bifikirin ku di her konê de herî kêm 5 kes hene, wê were fam kirin ku em bi hejmarek gelek zêde re rû bi rûne. Li herêmê 3 çalên mezin çêbû. Gelek kes ketin vê çalê de. Dibe ku derxistina cenazeyan gelek dirêj bike, ji bo wê pêwîstiya me bi mekîneyên giran ên kar hene. Malbatên ku ketine wan çalan û bi temamî tune bûne hene.”

 Artêşa Îsrail di daxuyaniya xwe der barê êrişê de îdea kir ku navenda fermandariya Hamas kiriye hedef.