Îsraîlê êrişî dibistana Kampa Penaberan a Nusayrat kir

Di êrişa Îsraîlê ya li dijî dibistana UNRWA ya li Kampa Penaberan Nusayrat a li navenda Zivala Xezayê de herî kêm 39 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan - Îsraîlê êriş bir ser dibistana ku girêdayî Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ya li Kampa Penaberan a Nusayrat ku Filistîniyên ji cih û warên xwe bune lê dimînin. Di êrişê de herî kêm 39 kes mirin. Bi fikarin ku hêjmara miriyan zêde bibe.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê ofîsa çapemeniyê ya hikûmetê ya li Xezayê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku cenazeyên 27 kesên ku di êrişê de jiyana xwe ji dest dane gihiştine Nexweşxaneya Şehîdên Aksa yê û bi dehan birîndar jî anîne. Di daxuyaniyê de hate teqezkirin ku nexweşxane 3 qatê wê bi birîndar û nexweşan tije bûye û anîna cenaze û birîndaran a nexweşxaneyê berdewam dike.

Banga şermezarkirina êrişan hat kirin

Di daxuyaniyê de êrişên Îsraîlê weke qirkirin hatin binavkirin. Her wiha di daxuyaniyê de piştgiriya  û DYE li Îsraîlê, pêşkêşkirina çek û piştgiriya leşkerî hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de ji civaka navneteweyî, NY û hemu sazî û rêxistinên navneteweyî hat xwestin ku zextê li Îsraîlê bikin da ku qirkirina sivîl, zarok û jinan li Zivala Xezayê rawestîne.