Îsraîlê êrîşê Xan Yûnisê kir: 20 Filistînî jiyana xwe ji dest dan

Di encama êrîşên esmanî û topan ên Îsraîlê li ser deverên cûda yên bajarê Xan Yûnisê ya li başûrê Zivala Xezayê pêk anî de 20 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.

Navenda nûçeyan - Îsraîlê ev 290 roj e êrîşên xwe yên li ser Zivala Xezayê berdewam dike. Tê diyarkirin ku êrîşên Îsraîlê li bajarê Xan Yûnisê zêdetir bûye.

Li gor nûçeyê ku televîzyona El-Aksayê daye artêşa Îsraîlê navçe û gundên girêdayî bajêr bi balafirên şer û topan kiriye hedef û di encamê de 20 Filistînî jiyana xwe ji dest daye û gelek kes jî birîndar bûne. Hat parvekirin ku kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne rakirine nexweşxaneyên derdor.

Êrîşên dijwar

Li aliyek din li taxên Tel es-Sultan û Suud bajarê ku dikeve aliyê rojavayê bajarê Refahê awahî hatine hedef girtin. Hat diyarkirin ku li heremê dumanên dijwar  radibin. Balafirên bêmirov ên Îsraîlê li esmanê Kampa Penaberan a Nusayrat a li beşa navendî ya Zivala Xezayê ku bi tundî difirin tên dîtin. Li bakurê Xezayê jî hêzên Îsraîlê êrîşên hewayî pêk anîn.

Banga tahliyekirinê

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê ji bo birîndar û nexweşên li Nexweşxaneya Nasir a Xan Yûnisê banga "lezgîn" ji bo dayîna xwînê kir. Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya dîjîtal de diyar kir ku li hin cihên ku Xezayê beriya niha li rojhilatê bajarê Xan Yûnisê weke herêmên ewle îlan kiribûn "dê operasyon bê kirin" û banga derketina derxistina şêniyan kir. ji Filistiniyan hatibû xwestin ku ‘bi lezgînî û heya demekî’ derbasî El-Mevasiye bibin.

Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’yan vir ve li ser Zivala Xezayê pêk anî de 38 hezar û 983 kesan jiyana xwe ji dest dane û 89 hezar û 727 kes jî birîndar bûne.