Îsraîlê êrişî konên sivîlan ên li baxçeyê nexweşxaneyê kir

Îsraîlê li Nexweşxaneya Şehidan a Eksayê êrişê konên sivîlên ku ji cihên xwebûne û lê bi cih bûne kir. Di êrîşê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 40 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Hikûmeta li Xezayê, ragihand ku artêşa Îsraîlê li Nexweşxaneya Şehidan a Aksayê êrişek pêk anî û sîvîlên ku ji cihên xwebûne û di konan de bi cîh bûne kir hedef. Di êrîşan de  3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 40 kes jî birindar bûne.

Li gorî nûçeyên ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê, diyarkir ku artêşa Îsraîlê duh danê êvarê êrişê konên li nexweşxaneya Şehîdan ya Aksayê ku dikeve bajarê  Deyr el-Belah ya Zîvala Xezayê kir. Hate destnîşan kirin ku di encama kon şewîtîne.

Balefirên şer yên Îsraîlê , di 10’ê Çile , 13’ê Adarê , 22’ê Tirmehê, 4’ê Tebaxa 2 û 27’ê Îlona 2024’an de êrîşê Nexweşxaneya Şehîdan a Aksayê ya li bajarê Dêr El -Balah konên sivîlên kiribû. 

Di êrîşên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha  2023’an vir ve li ser Zîvala Xezayê de nêzî 17 hezar zarok, 11 hezar 378 jê jin  42 hezar 227 Filistînî jiyana xwe ji dest dane û 98 hezar 464 kes jî birindar bûne. Hat ragihandin ku hê di bin xirbeyan de bi hezaran cenaze hene, nexweşxane  û saziyên perwerdehîyê yên mirov  lê dimînin dibin hedef. Binesazî jî tên hedef girtin.