Îsraîl li Zîvala Xezayê zarokan dike hedef

Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha li ser Zîvala Xezayê berdewam dikin de jiyana xwe ji dest dane zêde dibe. Îsraîl li Xezayê jin û zarokan dike hedef.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê bênavber berdewam dikin.

Berdevkê Yekîneya Parastina Sivîl a Xezayê Mahmud Basal di daxuyanya nivîskî de diyar kir ku Îsraîlê li dijî kampa koçberan a Eş-Şatî ya li rojavayê bajarê Xezayê û taxa El- Tuffah a li Rojava û malên En-Nemsavî ya Rojavayê Xan Yunisê êriş pêk aniye.

Di daxuyaniyê de agahî hat dayîn ku li kampa eş-Şatî ya li bajarê Xezay 8, li taxa Tuffah 4 Filistînî di encama êrişên balafirên şer ên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hat destnîşankirin ku di heman demê de balafirên şer ên Îsraîlê li herêmên cuda yên bajarê Xan Yunus ê li başûr, êriş pêk anîne û 12 kesên ku di navbera wan de pitik, jinek hebûne jiyana xwe ji dest dane.

Îsraîlê 16 hezar û 480 zarokên Filistînî qetil kir

Midurê giştî yê Ofîsa Ragihandina Hikumetê ya li Xezayê Îsmaîl es- Sevabîte der barê rewşa zarokên li Zîvala Xezayê ku 11 meh in di bin êrişên artêşa Îsraîlê de ne daxuyanî de. Di daxuyaniyê de diyar kir ku di êrişan de bi zanabûn zarok tên hedefgirtin û wiha got: “Îsraîla dagirker bi zanebûn li dijî zarokên Filistînê li Xezayê, bi girseyî komkujî pêk anî. Heta niha hejmara zarokên jiyana xwe ji dest dane bûye 16 hezar û 480. Di nava van zarokan de di dema şer de zarokên hatine dinyayê û hatine kuştin 53 kur, 62 keç bi giştî  115 zarok hene. Ji vana 7 jê li bakûrê Xezayê, 26 li Xezayê, 62 li Deyr el-Belah, 11 li Xan Yunusê û 9 li Rafahê jiyana xwe ji dest dane.” Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku ji dîroka 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha 35 zarokan ji birçîna jiyana xwe ji dest dane, di halê hazir de 3 hezar û 500 zarok ji birçîna, xwarina xirab û ji ber êrişên Îsraîlê û sînordarkirinê rû bi rûyû metirsiya mirinê ne.

‘Biryara dawî ya Îsraîlê ya tehliyeyê bandorê li 13 hezar û 500 Filistîniyan kir’

Nateweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji biryara dawî ya Îsraîl ya tehliyekirina Xezayê nêzî 13 hezar û 500 Filistînî jê bi bandor bûye. Berdevkê NY Stephane Dujarric di civîna rojane ya çepemeniyê de bersiva pirsên rojnamevanan da. Berdevk wiha got: “Li herêma nû ya ku fermana tehliyeyê hatiye dayîn, 5 avahiyên dibistanê, 14 îstasyonên avê û tesîsên tendirustiyê, 2 navendên tendirustiyê û 5 xalên tibî di nav de nîşan dide 10 navendên tendirustiyê hene. Ji meha Cotmehê ve heta niha nêzî 314 kîlometre ji sedî 86’ê Zîvala Xezayê di bin fermana tehliyeyê de ye.”