Îsrail li Xezayê êrişî dibîstanek ku koçber lê diman kir

Parastina Sivîl a Xezayê, duh ragihand ku Îsraîlê, li dijî dibistana ku koçberan xwe lê spartine êrişa hewayî pêk anî û di encamê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Êrişên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha li ser Zîvala Xezayê bênavber berdewam dike. Berdevkê Parastina Sivîl Mahmûd Basal, duh di daxuyaniya parve kirî de diyar kir ku di encama êrişên Îsrailê  de du xebatkarên Ajansa penaberên Filîstînê yê Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) jî di nav de 18 kesan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 18 kes jî birîndar bûne.

‘Divê ev binpêkirin werin sekinandin’

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres jî piştrast kir ku 6 personelên UNRWA li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Dibistanek ku ji bo 12 hezar kesî veguherîbû stargehê, dîsa bû hedefa êrişên Îsraîlê. Di nava miriyan de 6 hempîşeyên me yên UNRWA hene. Tiştên îro li Xezayê tên jiyîn teqez nayên qebûlkirin. Divê ev binpêkirinên dramatîk ên li dijî hiqûqa mirovî ya navneteweyî tavilê bên sekinandin.”

UNRWA jî got: “Di vê êrişê de hejmara herî zêde a xebatkarên me, hatine qetilkirin.”

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku hêzên hewayî li dijî dibistana El-Cunî ‘êrişeke hesas li dijî terorîstên ku di navenda fermandariya Hemasê de dixebitin’ pêk anî.

Servîsên çapemeniyê yên hikûmeta Hemasê ya li Zîvala Xezeyê, diyar kirin ku dibistana ji aliyê UNRWA ve tê birêvebirin, bi qasî 5 hezar mirovên koçber xwe lê spartibûn.