Îsraîl ji Cenînê vekişiya û wêraniyeke mezin li pey xwe hişt

Artêşa Îsraîlê ji bajarê Cenîn û kampa penaberan a li Şerîeya Rojava ya dagirkirî vekişiya û wêraniyeke mezin li pey xwe hişt. Neteweyên Yekbûyî ev hefte weke 'hefteya herî kujer ji bo sivîlên li Şerîa Rojava dijîn' nirxand.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve bênavber berdewam dikin. Di êrîşên ku jin û zarok tên hedefgirtin de, li pêş çavên cîhanê bîlanço girantir dibe. Artêşa Îsraîlê li bajêr û kampa Cenînê li pişt xwe bi weraniyek mezin hişt û vekişiya. Wezareta tendirustiyê ya Filistînê der barê mijarê de diyar kir ku ji 28’ê Tebaxê ve li Cenînê 21 Filistiniyan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî agahiyên ajansa Filistînê ya WAFA’yê, êrîşên Îsraîlê yên bênavber û dijwar li ser bajêr û kampa Cenînê wêraniyek mezin hiştiye. Xelkê Cenînê tirsa xwe anîn ziman ku weke gelek caran berê jî hêzên Îsraîlê piştî paşvekişînê û bicihkirina ji bo xalên leşkerî yên derdorê vegerin û êrişî bajar û kampê bikin.

Hemû xetên jiyanî qut bûn

Îsraîlê zirareke mezin da binesaziya riyên sereke yên bajarê Cenînê, kampa penaberan û taxên li rojhilatê bajêr. Av, cereyan û xetên ragihandinê hatin birîn. Îsraîlê di 28’ê Tebaxê de ragihandibû ku ji Întîfadaya Duyem a sala 2002’an vir ve êrîşên xwe yên herî tund û berfireh li ser kampên penaberan ên li bajarên Cenîn, Tulkerîm û Tubasê ku navê wan "Kampên Havînê" kirine.

Ji UNRWA’yê daxuyanî

Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ragihand ku hefteya borî ji bo sivîlên li Şerîa Rojava ya dagirkirî ji meha Mijdarê vir ve hefteya herî kujer bûye. Di daxuyaniya ajansê ya li ser medyaya dîjîtal da hat diyarkirin ku bi dijwarbûna şerê li Zîvala Xezayê re li Şerîa Rojava tundî û wêranî zêde bûye. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hefteya borî ji bo sivîlên Filistînî yên li Şerîa Rojava dijîn ji meha Mijdarê û vir ve hefteya herî kujer bû. 7 jê zarok gelek kes hatin qetilkirin. Ev yek nayê qebûlkirin û divê demildest êriş werin rawestandin."