Îsrail êriş bir ser dibistana ku sivîlan xwe lê spartibûn

Artêşa Îsrail êriş bir ser dibistana Rufeyde ku Filistîniyên Deyr el-Belah yên ji cihê xwe bûne xwe lê spartibûn. Di êrişê de li gora agahiyên destpêkê piranî jin û zarok herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Êrişên Îsrailê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li ser Zîvala Xezayê berdewam dike. Îsrailê ku sivîlan dike hedef, êrişî dibistan û nexweşxaneyan dike.

Balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî Dibistana Rufaîdeyê ya ku Filistîniyên jicîhûwarkirî li Deyr el-Belahê ya li navenda Zîvala Xezayê lê bi cih bûne, kirin. Li gora agahiyên destpêkê di êrişê de piranî jin û zarok herî kêm 22 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane. Agahiya ku amabulans hejmarek zêde ya birîndaran dibin nexweşxaneya Deyr el-Belah, hate parvekirin.

El Cizîre, ragihand ku rayedarên nexweşxaneyê agahiya ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane ji jin, zarok û mêrên ciwan pêk tên dane.