Îsraîl êriş bir ser avahiyekê: 77 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan

Di êrişa Îsraîlê ya li ser herêma Meşru Beyt Lahiya ya li bakurê Zîvala Xezayê de jin û zarok jî di nav de herî kêm 77 Filistînîyan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve êrişên xwe yên li ser Zîvala Xezayê bênavber didomîne. Hat ragihandin ku hejmara kesên di êrişa Îsraîlê ya li dijî avahiyeke 5 qatî li Beyt Lahiya li bakurê Zîvala Xezayê de 77 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Filistînê WAFA’yê Îsraîlê avahiyek 5 qatî ya malbata Ebu Nasir ku 150 Filistîniyên ji cih û warên xwe bûyî tê de bûn, bombe kir. Jin û zarok jî di nav de 77 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku ji ber parastina sivîl û anbulans nikarin xwe bigihîjînin herêmê û di bin xirbeyan de hê jî Filistînî li benda rizgarkirinê ne. Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku herî kêm 20 kesên di êrişê de birîndar bûbûn û rewşa wan giran bûne rakirine nexweşxaneya Kemaş Advan a di bin êrişên Îsraîlê de.

Ji bili êrişên hewayî û bejayî, artêşa Îsraîlê 25 roj in dorpêçek tund li ser bakurê Zîvala Xezayê daniye. Di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê û vir ve li ser Zîvala Xezayê didomin de 17 hezar û 210 jê zarok 11 hezar û 742 jê jin 43 hezar û 20 Filistiniyan jiyana xwe ji dest dan, 101 hezar û 110 kes jî birîndar bûn.