Îsraîl aktîvîstên ku binçav kiribûn dersînor dike

Îsraîl ji bo 12 aktîvîstên di keştiya Madleenê de desteser kiribûn dersînor bike, bir Balafirgeha Tel Avîvê.

Navenda Nûçeyan – Keştiya aydê Koalîsyona Fîloya Azadiyê (Freedom Flotilla Coalition-FFC) ku dixwest alîkariyê bigihîjîne Xezeya di bin êrîş û dorpêça Îsraîlê de, duh ji aliyê Îsraîlê ve hat desteserkirin û 12 aktîvîst hatin binçavkirin. Keştiya Madleenê piştre jî tevî keştiyên şer ên Îsraîlê birin Bendergeha Aşdodê. 

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê li ser platforma X daxuyaniyek da. Wezaretê, ragihand ku ji bo aktîvîstên di keştiyê de vegerînin welatên wan, birine Balafirgeha Ben Gurionê. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li bendê ye ku çend ji rêwiyan di nava çend saetên pêş de bên şandin. Yên îmzekirina belgeyên dersînorkirinê û çûyîna ji Îsraîlê red dikin jî dê li gorî qanûnên Îsraîlê ji bo dersînorkirinê derkevin pêşberî meqamên darazê. Sefîrên rêwiyan li balafirgehê ew pêşwazî kirin.”

Keştiya Madleenê, ji bo balê bikşîne ser şert û mercên li Xezayê û alîkariyê bigihîjîne gel, di 1’ê Hezîranê de ji bajarê Catania yê Îtalyayê bi rê ket. Di 9’ê Hezîranê de li nêzî Bendergeha Aşdodê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hat desteserkirin.