Îranê tengava Hurmuzê girt

Îran tengava Hurmuzê ku wek dilê hilgirtina LNG û petrola kûrewî tê qebûlkirin û bandorê li hemû cîhanê dike, girt.

Navenda Nûçeyan – Piştî êrîşên li dijî hev ên Îsraîl û Îranê, tê texmînkirinên ku nirxên petrolê ku ji sedî 7 zêde bûye, dê zêdetir bibe. Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di daxuyaniya xwe de ragihand ku bi demkî tengava Hurmuzê girtine.

Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di daxuyaniya li ser platforma medyaya dîjîtal de, ragihandin ku heta bangawaziyek duyem tengava Hurmuzê girtine. Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Heta bangawaziyeke din destûr nayê dayîn tu keştî bikevin tevgava Hurmuzê.”

Tengava Hurmuzê ku riya teng a avê ya di devê Kendava Besrayê de ye, hilberîna petrol û LNG ya li Rojhilata Navîn li ser deryaya Ummanê û Okyanusa Hind girêdayî bazara cîhanê dike.