Îranê li ser dibistana keçan lêpirsîn da destpêkirin
Rêveberê Giştî yê Perwerdehiyê yê Parêzgeha Kohgiluyeh û Boyer Ehmed Ayub Rezaei ragihand ku lêpirsînek dîsîplînî li hember rêveber û damezrînerê dibistana keçan dane destpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Rêveberê Giştî yê Perwerdehiyê yê Parêzgeha Kohgiluyeh û Boyer Ehmed Ayub Rezaei ragihand ku lêpirsînek dîsîplînî li hember rêveber û damezrînerê dibistana keçan dane destpêkirin. Sedem, di destpêka sala xwendinê de lidarxistina şahiyek muzîkî ya zindî ye. Rezaei, ev kiryar li dijî nirxên ehlaqî yên Îslamî hesiband, ragihand ku doz dê bi rêya Daîreya Ewlehî û Binpêkirinan, ji Lijneya Teftîşa Dibistanên Nehikûmî re dê bê şandin.
Rêveberê Giştî yê Perwerdehiyê yê Parêzgeha Kohgiluyeh û Boyer Ehmed wiha got: "Dibistana ku ev merasîm li dar xist dibistanek bêqezenc e. Di cih de piştî weşandina vîdyoyê, bi rêya Daîreya Ewlehî û Binpêkirinan, ji Lijneya Teftîşa Dibistanên Nehikûmî re hate şandin. Ayoub Rezaei tekez kir ku parastina etîketa Îslamî ya li dibistanan prensîbek nayê nîqaşkirin e. Ev kiryara dibistanê wek binpêkirinek eşkere tê hesibandin û dê bi biryardarî were çareserkirin. Encama biryarê dê bi fermî ji raya giştî re were ragihandin."
Cîgirê Parêzgehê yê Perwerdehiya Neteweyî Hojat Dabiqî jî diyar kir ku pîrozbahiyek wiha rê li ber pêşketinên erênî li dibistanan digre. Hojat Dabiqî diyar kir ku rêziknameyên nû yên derbarê organîzekirina pîrozbahiyan de dê werin pêşxistin û ji bo pêşîgirtina li bûyerên bi vî rengî ji dibistanan re werin ragihandin.
Wekî din, serokê Navenda Parêzgehê ya Pêşvebirina Qencî û Parastina ji Xerabiyê diyar kir ku pîrozbahî çanda Îslamî binpê dike, bandorên neyînî yên muzîkê li ser hişê xwendekaran ronî dike û daxwaza bersivek tund li dijî organîzatoran dike.
Lîseya Keçan di destpêka sala duyemîn a lîseyê de pîrozbahiyek bi orkestra û muzîkê li dar xist û vîdyoyek bûyerê li ser medyaya civakî belav bû. Vîdyoya xwendekaran nîşan dide ku li erdê rûniştine, stranek Lori ya herêmî dibêjin, li çepikan dixin û destmalên spî dihejînin. Îstatîstîkên fermî nîşan didin ku di salên dawî de li Îranê di navbera 900 hezar û milyonek de xwendekar ji dibistanê derketine. Ev hejmar têkçûna pergala perwerdehiyê ya afirandina hawîrdorek motîvasyon û guncan ji bo fêrbûnê nîşan dide. Yek ji sedemên sereke yên vê rewşê, ji balkişandina zêde ya li ser hînkirina teorîk û hişk û girîngiya ne bes a li ser jêhatîbûn û çalakiyên pratîkî û çandî tê. Tevî vê rastiyê ku li gorî lêkolîn û lêkolînên psîkolog û zanyaran, muzîk û çalakiyên çandî dikarin bibin alîkar ku westandina xwendekaran kêm bibe. Her wiha motîvasyona wan zêde bibe, jêhatîbûn û afirîneriya wan a civakî xurt bibe û hin ji valahiya ku ji ber perwerdehiya hişk çêdibe tijî bike. Rayedarên Komara Îslamî ya Îranê, bi îdiaya bandora neyînî ya muzîkê li ser hişê xwendekaran, ji organîzatorên vê bernameyê bersivek biryardar xwestin.