Îranê gule li seyareyê barand û zarokek qetil kir
Hêzên Îranê li benda kontrolê bêyî hişyarek bike gule li seyareyek sivîlan barand. Di gulebaranê de zarokek 7 salî jiyana xwe ji dest da, xwişka wê jî bi giranî birîndar bû.

Navenda Nûçeyan – Hêzên Îranê, li bajarê Hûvezyan ê eyaleta Hûzistanê, erbeyek sivîl ku malbatek Ereb dihilgirt bêyî hişyariyekê raste rast gule lê barand. Di êrîşê de zarokê 7 salî yê bi navê Zûlfîkar Şerîfî jiyana xwe ji dest da, xwişka wî jî bi giranî birîndar bû.
Bûyer di 11’ê Cotmeha şeva Înê, li benda qontrolê ya li nêzî gundê Beyt Kuvar, qewimî. Ev bûyer nîşan dide ku li dijî sivîlan bikaranîan hêzê, bêyî zagonên û parastina mafê mirovan didome.
Li gorî çavkaniyek pê bawer, hêzên ewlehiyê bêyî fermana bisekine bide erebeyê, gule barandiye û zarokekê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.
Tişta herî bi fikar jî ewe ku, tiştên piştî bûyerî hatine jiyîn in. Hêzên ewlehiyê herêm bi lez dorpêç kir û gef li endamên malbatê xwar ku li gel rêxistinên mafê mirovan û medyayê nekevin nava têkiliyan. Ev rewş nîşan dide ku hewl tê dayîn li ser bûyerê were girtin û hesab neyê dayîn.
Ev bûyer tenê yek ji bûyerên ku ji demê şerê Îsraîl û Îranê destpêkirî heta niha bi awayên kêfî di dema zêdekirina bendên kontrolê de di qewimîn e. Zêdebûna bûyerên gulebarandina raste rast, nebûna kontrola li ser hêzên ewlehiyê û ev bend li cihê ku hemwelatiyan biparêzin, vegerandina amûrên tirsandina wan, ev jî bûye sedemê fikarên cidî.