Îranê got ‘me niha encam girt’ Îsraîlê kabîıneya şer civand

Têkildarî êrişa Îranê ya bi SÎHA’yan, Îsraîlê kabîneya şer li Tel Avîvê civand, nûnertiya NY a Îranê got: “Hema bibêje me niha emcam girt. Ger Îsraîl careke din şaşîtiyê bike dê bersiva Îranê girantir be.”

Navenda Nûçeyan- Îsraîlê li dijî Konsolosxaneya Îranê ya li Şamê di 1’ê Nîsanê de êriş pêk anîbû, di êrişê de du fermandarên Muhafizên Şoreşê di rutbeyên general de, bi giştî 7 kes hatibûn kuştin. Îranê şeva din dest bi êrişên li dijî Îsraîlê kir. Li gorî televîzyona dewleta Îranê di daxuyaniya ji aliyê artêşa muhafizan ve hatiye weşandin de got: “Êrişa bi SÎHA’yan a li dijî Îsraîlê bersiveke li dijî êrişa Îsraîlê ya li ser sefaretxaneya Îranê ya li Sûriyeyê ye. Artêşa Muhafizên Şoreşê, bi SÎHA û fuzeyan li hinek hedefên li ser axa rejîma siyonîst da."

Muhafizên Şoreşê navê oparasyonê weke ‘Soza rast’ (True Promise) eşkere kir. Diyar kir ku operasyon weke parçeyek ku ‘Sûcên Îsraîlê were cezakirin’ e. Di daxuyaniya duyem a Artêşa Muhafizên Şoreşê de hat diyarkirin ku li dijî êrişa Îsraîlê ya li ser konsolosxaneya li Şamê, di çarçoveya xala 51’emîn a Peymana NY’ê de mafê xwe ya rewa yê bersivdayînê bi kar aniye û noqteyên leşkerî yên Îsraîlê hedef girtine.

DYA’yê hişyar kir

Di daxuyaniyê  de wiha hat gotin: “Îran, ji bo mafê xwe bixe ewlehiyê û bi armanca cezakirina êrişkaran, êrişî hedefên leşkeri yên girîng ên li xaka di bin dagirkeriya artêşa terora siyonist de kirin, kêrhatiyên îstixbarata stratejik, bi fuze û balafirên bê mirov bi serkeftî lê da û îmha kir.” Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Ger DYA piştgiriyê bide êrişeke li dijî Îranê yan jî tevli êrişan bibe dê Hêzên Çekdar ên Îranê bertekeke “Bi biryar û ya ku wan poşman bike” nîşan bidin û wiha hat gotin: “Di çalakiyên Îsraîlê de rêveberiya DYE bepirse û di dema astengkirina Îsrailê de hem li Tel Avîv hem jî Washington neçar in xwe li encamên vê rabigrin.” Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li her welatekî li ser navê DYA û Îsrailê gefa ku were wê bersiv were dayîn û wê berjewendiyên Îranê bi her cureyê çalakiyên êrişên bi karanîna hêzên derzagonî biparêzin.

Wezareta karên derve ya Îranê: Me DYA’yê hişyar kir

Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyn Emir Abdullahiyan diyar kir ku di mijara êrişên Îsrailê de hişyariya pêwîst li DYA’yê kiriye. Huseyin Emir Abdullahiyan di parvekirina li ser hesabê X de ragihand ku bi hevkarên xwe Belçika, Hollanda rêveberiya Rum a Başûrê Kibrisê re hevdîtin pêk aniye û got: “Rejîma Îsraîlê, bi êrişa terorê ya li dijî konsolosxaneya li Şamê û hiqûqa navneteweyî û peymana Viyanayê binpê kiriye ketiye rojevê. Min pozîsyona welatê xwe anî ziman. Min destnîşan kir ku min hişyariya pêwîst li DYA’yê kiriye.” Huseyin Emir Abdullahiyan da zanîn ku bi hevkarê xwe yê Rus Sergey Lavrov ve hevdîtin kiriye û di hevdîtinê de êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê girtine dest.

110 fuze 185 balafirên bê mirov hatin bikaranîn

Li gorî rojnameya New York Times, ji Îran, Iraq û Yemenê 185 balafirên bê mirov, 110 ji bejahiyê bi fuze û 36 fuzeyên seyir hatine bikaranîn. Rayedarên DYA’yê di CNN de ragihandin ku artêşa DYA’yê bi tena serê xwe 70 balafirên bê mirov û herî kêm sê fuzeyên balîstîk asteng kirine. Artêşa Îsraîlê ji sedî 99’ê êrişan bi fuze û dronan pêşî lêgirtiye.

Nûnertiya Îranê ya NY: Ger Îsraîl careke din xeletiyekê bike dê ceza girantir bibe

Îranê diyar kir ku bersiveke rewa ye û divê tu bersiveke leşkerî ji êrîşê re neyê dayîn. Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Îranê di peyamekê de ku sê saet piştî destpêkirina operasyonê hat weşandin de got: "Bûyer dikare girtî bê hesibandin.” Nûnertiya Daîmî ya Îranê li Neteweyên Yekbûyî (NY) di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê X de diyar kir ku Îranê li gorî xala 51’emîn a Peymana Neteweyên Yekbûyî mafê xwe yê xweparastinê bi kar aniye. Di daxuyaniya ku hat belavkirin de der barê mijarê de hat destnîşankirin ku bersiva leşkerî ya Îranê "bersiva êrişên rejîma Siyonîst ên li dijî nûnertiya dîplomatîk a Şamê ye" û wiha hat gotin: "Ev mesele niha bi dawî bûye. Heke Îsraîl xeletiyeke din bike, Îran dê bersivek girantir bide.” Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pevçûn di navbera Îran û Îsraîlê de ye divê DYA mudaxeleyê vê neke.

Îsraîlê ji bo cîvînê bi lezgînî gazî KENY kir

Ji aliyê din ve Nûnerê Daîmî yê Îsraîlê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Gilad Erdan di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê X’ê de diyar kir ku wî nameyek ji Serokê Demî yê KENY re şandiye ku bi lezgînî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ji bo gotûbêjkirina êrîşên hewayî ya Îranê li dijî Îsraîlê bicive. Gîlad Erdan di daxuyaniya xwe de got: “Min daxwaz kir ku konsey bi ezgînî bicive, êrişên Îranê li dijî Îsraîlê werin şermezarkirin û Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê wek rêxistina terorî were qebûlkirin.” Gilad Erdan di berdevamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku êrîşên Îranê “ji aştiya cîhanê gefeke vekiriye” û xwest ku divê KENY bi hemû amûrên di destê xwe de li dijî Îranê tevbigere. Di daxuyaniya KENY’ê de hat destnîşankirin ku biryar e roja Yekşemê saet 16.00’an li gorî dema herêmî ya Amerîkayê ji bo êrîşên Îranê yên li ser Îsraîlê bicivin.

Îsraîlê kabîneya xwe ya şer kom kir

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku Îranê êrîşê bi SÎHA’yan daye destpêkirin, Îsraîlê jî daxuyaniyê de diyar kir ku hêzên hewayî û behrê dronanan dişopînin. Kabîneya şer a ku di bin serokatiya serokwezîr Benjamin Netanyahu de li Tel Avîvê civiya, êrîşa balafirên bêmirov ên ku ji aliyê Îranê ve hat destpêkirin nîqaş dike. Di wêneyê hevdîtinê de Wezîrê Parastinê Yoav Gallant, endamê Kabîneya Şer Benny Gantz û Serfermandarê Giştî Herzî Halevî jî amade bûn. Têkildarî hevdîtinê hê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. Di êrîşa 1’ê Nîsanê ya ji aliyê Îsraîlê ve hat kirin de, 7 endamên Mihafizên Şoreşê ku di nav wan de 2 generalên Qudisê jî hebûn, mirin û Îranê jî gelek caran hişyarî dabû ku dê bersivê bidin. Çend saetan beriya êrîşê, Îranê roja Şemiyê li avên Kendavê keştiyeke konteyner a ku 25 xebatkarên wê tê de bûn, bi sûcdariya "têkiliya xwe bi Îsraîlê re heye” girt. Washington bertek nîşanî vê yekê da û wekî "çalakiya korsaniyê" bi nav kir.