Îranê 2 jê jin cezayê li 14 mamostayên Kurd birî
Meclisa Mamostayên Sineyê, ragihand ku 2 jê jin 14 mamostayên Kurd ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Îranê ve bi cezayên giran hatin cezakirin.

Navenda Nûçeyan – Meclisa Mamostayên Sineyê, bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya çewisandinên dijî mamostayên Kurd, 2 jê jin 14 mamostayên li bajarên Sine, Seqîz û Dîwandere bi cezayên wek ‘xanenişînbûna bi zorê, durxistina ji kar hatin cezakirin.
Hate diyarkirin ku her 14 mamosta ji aliyê Lijenya Nirxandina Binpêkirinên Îdarî ya Wezareta Perwerdeyê ya Îranê ve hatine cezakirin.
Meclisa Mamostayên Sine, di daxuyaniyê de rexne li desthilata Îranê kirin û tekezî hat kirin ku ew perwerdehiyê mîna saziya herî girîng a her civakekê pênase dikin ku ji ber kêmasiya budceyê û kêmbûna mamostayan bi qeyranek mezin re rû bi rû ye.
Li gorî di daxuyaniyê de hatiye belavkirin navê mamostayên hatine cezakirin wihane: “Mecîd Kerîmî, Xeyas Nîmetî, Selah Hacî Mîrzayî, Nesrîn Kerîmî, Leyla Zarî, Feysel Nûrî, Perweyz Hesenî, Kawe Mihemed Zade, Hîwa Qureyşî, Umêd Şamhemedî, Şehram Kerîmî, Luqman Ela Muradî, Suleyman Ebdî, Mehyedîn Reyhanî.”