Îran bi şirîet û fetwayê hewl dide pêşî li ajokariya jinan bigre
Li welatekî ku ji bo jinan mafên herî biçûk jî qedexe ne, pisqilêt motosîklet bûne qada têkoşîna sembolîk. Têkoşîna di navbera jinên ku bi pedalan ber bi azadiyê ve dizivirînin û kesên ji serxwebûna wan ditirsin û bi fetwayan zagonan derdixin de, didome.

NESÎM AHMEDÎ
Kirmaşan – Dema ku hevok tên ba hev dibin xwedî gelek wateyan, lê gotinek heye ku bi kîjan gotinê re bûbe yek jî tenê têgehek tîne hişê mirov. Ew jî gotina “qedexe” ye. Di civakên ku mêr awayên jiyana jinan û zagonan diyar dikin de, xebatên herî ji rêzê yên jinan jî hatine qedexekirin lewre mêr wiha guncaw dibînin û bawer dikin ku jin tenê di sînorên xebatên ku mêran diyar kirine de hatine afirandin.
Ajotina pisqilêtê guneh e yan azadî ye?
Yek ji mijarên ku ji bo jinan hat qedexekirin jî ajotina pisqilêt û motosikletê ye. Saziyên medyayê yên Îranê her dem îdia kirin ku zagoneke ku ji bo jinan ajotina pisqilêt an motorsikletê qedexe dike tuneye, ev yek ji bo “urf û edetên civakê” hatiye qedexekirin. Lê nedayîna ehliyeta motorsikletê ya ji bo jinan, nîşan dide ku hikûmet li dijî vê yekê ye.
Tevî van hemû qedexeyên aşkera û veşartî, ji ber ku otorîteyên olî li ser vê meseleyê bi taybetî disekinin û fetwayên cuda diweşînin, ev nîşan dide ku ji bo rejîmê qedexekirina ajotina pisqilêt û motorsikletê ya ji bo jinan, çiqas girîng e. Ayetullah Subhanî Tebrîzî bi awayek aşkera wiha dibêje:
“Ger jin pisqilêtê bajon, dê di civakê de bingeha zêdebûna gunehan çêbibe.”
Sûcdarkirina jinan a bi gotinên “belavkirina guneh” îronîk e, lewre ger jinek li motosikletê siwar bibe û li paşiyê rûne, dema ku ajokar mêr be, ne ji aliyê olî ve ne jî civakî ve pirsgirêk nîne. Ango tenê astengiyek heye, ew jî rûniştina jinê ya li ser qoltixê ajokar e.
Serpêhatiya jineke ku li dijî qedexeyê têkoşiyaye
Elaheya ku bi salan e cilên mêran li xwe dike û pisqilêtê dajo wiha dibêje:
“Têkoşîna me jinan, ji roja em tên dinê dest pê dike. Hemû tiştên ku em dixwazin, rastî qedexeyên ku ji aliyê mêran ve tên derxistin tên. Li her derê cîhanê mirov ji bo tenduristiyê û paqijiya hewayê teşwîqê ajotina pisqilêtê tên kirin, lê li Îranê feraseta serdest a mêr ji ber ku naxwaze jin serbixwe bin, ji me re astengiyan derdixe.”
Ajotina wesayîtan şerm e yan mafê jinan e?
Ji ber baweriya desthilatdariya mêr a bi salan bi gotinên; “jin nikare tu tiştî kontrol bike” hatiye ferzkirin, di her qezayeke trafîkê de hatiye texmînkirin ku ajokar jin bûye. Her çiqas di warê dayîna ehliyeta wesayîtê de astengî tunebe jî; baweriya “ajotina wesayîtê ji bo jinan şerm e” wisa bicîh bûye ku heta demek nêz jî hejmara ajokarên jin pir kêm bû. Jinan newêribûn wisa bi serê xwe wesayîtê bajon.
Li dijî jinên ajokar rîwayetên “axirê zeman”
Mamosteya îlahiyatê Huccetul-Îslam Sehavetiyan wiha dibêje: “Li gorî min ajotina wesayîtan ji bo jinan eslen bi pirsgirêk e. Di rîwayetên axir zeman de jî ev hatiye diyarkirin. Li gorî rîwayetek Îmam Elî ajotina wesayîtan ji aliyê jinan ve, rê li ‘bêehlaqiyê’ vedike. Yek ji nîşaneyên axir zeman, siwariya jinan a li wesayîtên ku ji hesin hatine çêkirin e; divê ev rîwayet werin dîtin.”
Desthilatdariya ol mêr û kontrola li ser jinan
Komara Îslamê ya Îranê, baweriyên olî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne, bi desthilatdariya mêr re dike yek, ji bo jin pisqilêt, motosiklêt û wesayîtan najon, zextên xwe dike du qat. Di baweriyên olî de “belavbûna dejenerebûna ehlaq” wek nîşaneya qiyametê tê dîtin. Pênasekirina jinan a bi vî awayî ji ber ajokariya wan, nîşan dide ku ji bo desthilatdariya mêr çiqas gefek mezin e.
Ji bo jina sergirtî kampanyaya piştgiriyê
Lê divê neyê jibîrkirin ku rejîm dema tenê ji bo berjewendiyên wê xizmetê bike, li dijî bikaranîna pisqilêtê dernakeve. Di sala sala 2004’an de Îranê, ji bo yekem jina Îranî ya bi navê Pope Mahdavî Nader ku dixwest li cîhanê bi pisqilêtê bigere, kampanyayeke mezin a propagandayê meşandibû. Dîrektorê bernameyê Behnam Rahîmpur, gotibû ku taybetmendiya herî girîng a Mahdavî Nader ew e ku ‘sergirtî’ ye. Ev yek nîşan dide ku dema ji berjewendiyên rejîmê re xizmet bike li dijî pisqilêtê dernakeve.
Li dijî pisqilêta jinan tirsa desthilatdariya mêr
Sedema ku jinan bi salan xeyal nekirin wesayîta xwe yan jî pisqilêtê bajon, qedexe û tirsa ku ji ber desthilatdariya mêr çêbûyî ye. Lê di salên dawî de jin, li dijî van fetwayan rabûn ser piya, dest bi têkoşînê kirin û kolan veguherîn cihên daxwazên jinan ên li dijî qedexeyên otorîteyên olî.
Rastiya ku hejmar nîşan didin
Di salên dawî de hejmara jinên ku motosîkletê dajon zêdetir bûye. Ji ber vê yekê rayedar bi xwe jî neçar mane ku vê zêdebûnê bipejirînin. Di Cotmeha 2023’yan de Midûrê Giştî yê Fona Tasmîn Xisar ê Sîgortayê Mehdî Gomsuryan, diyar kiribû ku ji sala 2016’an heta 2024’an ji bo qezayên motosîkletê yên ku jinên bê sîgorte kirine, nêzî 135 hezar tumen tazmînat hatiye dayîn.
Pisqilêt û motosîklet: Sembola berxwedana jinan e
Ev dane nîşan didin ku hikûmet bi nedayîna ehliyet û sîgortaya ji bo jinan, ajokarên jin ên motosîkletan ji nedîtîve hatiye lê rastî ew e ku jin êdî natirsin. Berovajî wê pisqilêt û motosiklet bûye sembola azadî û berxwedana wan.
Îro jin tevî hemû qedexeyan nîşan didin ku ne fetwayên desthilatdariya mêr, ne jî astengiyên zagonî dê nikaribin pêşî li wan bigirin. Van zextan, biryardariya jinan a têkoşînê zêdetir kiriye; jin di vê qada têkoşînê de, alên xwe bilind dikin. Ew ji zincîrên desthilatdariya mêr azad dibin û ber bi serkeftinê ve dimeşin.