Însiyatîfa Piştevaniya bi Fîgen Yuksekdag re: Em cezayan qebûl nakin

Însiyatîfa Piştevaniya bi Fîgen Yuksekdag re, di daxuyaniya xwe ya der barê biryara di Doza Kobanê de hat girtin de, wiha got: “Em cezayan qebûl nakin. Em bang li her kesê dikin ku helwest nîşan bidin.”

Navenda Nûçeyan- Piştî biryarên di Doza Kobanê de Însiyatîfa Piştevaniya bi Fîgen Yuksekdag re hat avakirin.

Însiyatîfê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku di Doza Kûmpasê ya Kobanê de biryar hatiye dayîn û cezayên giran li girtiyan hatine birîn.

Di daxuyaniyê de ev hatin diyarkirin:

“Girtiyên Doza Kobanê ji ber ku di Cotmeha 2014’an de li Kobanê di berxwedana li dijî êrîşên qirkirinê yên DAIŞ’ê de berpirsyariyên xwe bi cih anîn, li dijî hovîtiya DAIŞ’ê ji bo demokrasî û azadiya gelan rabûn ser piyan û ji bo gelên Kobanê banga piştevaniyê kirin, tên cezakirin. Wan siyasetmedaran berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih anîn.

Di wan rojên zehmet ên ku gelê Kobanê li dijî hovîtiya DAIŞ’ê li ber xwe dida de, dilê hemû mirovahiya pêşverû û demokratîk bi rîtma berxwedanê ya Kobanê re lêdixist. Vê rîtmê li seranserê cîhanê bi sed hezaran mirovan ji bo azadiya gelan, li dijî DAIŞ’ê xist nava liv û tevgerê. DAIŞ’ê li Kobanê sûcên dermirovî yên ku mînaka wan nehatiye dîtin, pêk dianî. DAIŞ li Kobanê têk çû. Doza Kobanê ya ku bi saîqên siyasî tijî ye û ne li gorî tu hêmana hiqûqê ye, keyfiyeta rejîma Erdogan nîşan dide. Vê dozê careke din nîşan daye ku hiqûqa li Tirkiyeyê, amûra desthilatdariya siyasî ye.

Doza Kobanê li dijî azadiya gelan, demokrasî û edaletê, wekheviya jinan, bi kurtasî hemû nirxên ku HDP diparêze, êrîşek e. Em cezayê ku li girtiyên di Doza Kobanê de hatin girtin, qebûl nakin û dixwazin demildest bên berdan. Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî vê bêedaletiyê, helwest nîşan bidin.

Ev doz bi eşkerekirina biryarê re, bi dawî nebûye. Gel wê hê jî çerxa dîrokê bizivirîne.

Mîna ku hevseroka giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku di dozê de cezayê girtîgehê yê ji bo 10 salan lê hat birîn, aniye ziman; weke duh dê îro jî berxwedêr wê gotina dawî bibêjin.”