Însiyatîfa li dijî dagirkerî û qirkirina jinan êrîşên dewleta tirk şermezar kir
Însiyatîfa li dijî dagirkerî û qirkirina jinan, ji bo ewlekarî û aştiyê bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku ji bo rawestandina mekanîzmaya şer a dewleta tirk destwerdanê bikin.
Navenda Nûçeyan- Însiyatîfa li dijî dagirkerî û qirkirina jinan, ji bo ewlekarî û aştiyê, roja 20 Nîsanê, bi daxuyaniyek der barê êrîşên dawî yên artêşa tirk a dagirker ên li ser herêmên Kurdistanê, bang li hemû jinan kir ku li kêleka gelê Kurd û jinên Kurd bin di rewşa wan a dijwar de da ku roleke aktîf bilîzin ji bo pêşîgirtina êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Kurdistanê.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Artêşa Tirkiyeyê di van demên dawî de û bi hinceta hebûna gerîlayên PKK’ê dest bi êrîşên bejayî û esmanî yên berfireh li ser çend deverên herêma Kurdistanê kiriye. Hevdem bi êrîşa dewleta tirk a dagirker, hêzên Iraqê êrîşî çend deverên Çiyayê Şengalê li Iraqê jî kir.”
Înîsiyatîfê di daxuyaniyê de piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana gelê Kurd a li dijî dagirkeriya dewleta tirk ragihand û êrîşa dewleta tirk a li ser herêma Kurdistanê şermezar kir û got: "Em êrîşa Iraqê ya li ser Çiyayê Şengalê şermezar dikin û em di wê baweriyê de ne ku ev yek xizmeta gelê Kurd bi taybetî û gelê Iraqê bi giştî nake.
“Gelê Kurd dewleta tirk baş nas dike”
Di daxuyaniyê de her wiha ev hat diyarkirin: "Dewleta tirk êdî bi dijminatiya xwe ya eşkere li dijî gelê Kurd û hemû gelên herêmê hatiye naskirin. Hebûna hêzên gerîla tenê hinceteke wê ye, hewl dide bigihîje armancên xwe yên mezin ku ew jî dagirkirina bêtir axa Kurdan e da ku tevlî împaratoriya xwe ya nû ya Osmanî bike. Bi nêzîkbûna salvegera Peymana Lozanê, li hêviya damezrandina wê ye. Her wiha dikare were gotin ku ger Partiya Demokrat a Kurdistanê li kêleka dewleta tirk a faşîst nebûya nikaribû wiha bikira. Ji vir û pê ve bi navê Însiyatîfa li dijî dagirkerî û qirkirina jinan, ji bo ewlekarî û aştiyê em dibînin ku ev êrîşa hovane ya Tirkiyeyê destkeftiyên jinên Iraqê jî dike hedef ku ew jî xelekeke nû di zincîra siyaseta Tirkiyeyê de ye. Ev yek serweriya Iraqê binpê dike û dixwaze serweriya neteweyî ya gelek welatan binpê bike.”
Însiyatîfê di berdewama daxuyaniyê de bang li hemû jinên herêmê kir ku ji bo pêşîgirtina li êrîşên dewleta tirk a hovane bi awayekî aktîf li kêleka gelê Kurd û jinên Kurd bin.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li sazî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî hat kirin ku ji bo rawestandina şer û êrîşên dewleta tirk destwerdanê bikin û ji bo parastina maf, azadî û destkeftiyên jinan li kêleka jinan bin.