Însiyatîfa Avakirina Aştiyê hat îlankirin

Jinên Îzmîrê, li dijî şerên ku berhemên feraseta serdest a mêr in damezrandina Înîsiyatîfa Avakirina Aştiyê îlan kirin.

Navenda Nûçeyan-  Li Îzmîrê jin bi Înîsiyatîfa Avakirina Aştiyê hatin gel hev. Jinan, bi civîna çapemeniyê ya li Şaxa Hejmara 2’yemîn a Egîtîm Sen’ê re damezrandina xwe ragihand.

Li ser navê jinan endama Însiyatîfê Dîdar Gul metna civînê xwend. Dîdar Gul, diyar kir ku li cîhanê bênavber şer didomin û li dijî vî şerî ji bo aştî were tesîskirin hatine gel hev.

Em ne şer aştiyê dixwazin”

Dîdar Gul, da zanîn ku desthilatdariya siyasî konsepta şer li aliyekî ve li dijî gelê Kurd li aliyê din li dijî karkeran bi kar tîne û destnîşan kir ku heman desthilatdarî bi talanê re jiyanê jî hedef digire û wiha got: “Em ne şer aştiyê dixwazin. Ji ber ku şer, mêtina keda me ya zêdetir e. Şer, tunehesibandina nasnameya me, cihekarî, gotinên nefrete, hilberandina nijadperestiyê ya jinûve ye. Şer di serî de mafê jiyanê, binpêkirina mafên mirovan ên bingehîn ên weke tenduristî û perwerdeyê ye. Şer, tê wateya zêdekirina zordariya li ser bedenên me, bi riya tacîz û tecawizê weke xenîmetê ye.”

“Em ê aştiyê ava bikin”

Dîdar Gul, anî ziman ku weke jinên ji beşên cuda û LGBTÎ+’yan bi lêgerîna bersiva pirsa “Aştiyeke çawa?” derketine rê û axaftina xwe wiha bi dawî kir:

“Em bi hewldana xwegihandina beşên berfireh ên civakê bi hin çalakî û aktîvîteyan Aştiyê ava bikin. Bi civîna xwe ya mezin ku em plan dikin di meha kanûnê de bi bernameyeke berfireh li dar bixin, em armanc dikin ku xebatên xwe derxin asteke din. Em ê çalakiya xwe ya ewil a bi temaya aştiyê di 8’ê Cotmehê de saet di 17.00’an de li Îskele Konakê, çalakiya duyemîn jî di 19’ê cotmehê de saet di 18.30’an de li Îskeleya Karşiyakayê li dar bixin. Di vê riyê de ku me bi hêz û baweriya ku me ji dîroka xwe ya têkoşînê girtiye, em bang li hemû jinan û kesên LGBTÎ+ dikin ku di avakirina aştiyê de bi me re bixebitin û hevgirtinê nîşan bidin.”