Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga beşdariya bîranînê kir

Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê serdana Navenda Çandê ya Amarayê kir û ji bo bîranîna ku sibê were lidarxistin banga tevlibûnê kir.

Navenda Nûçeyan- Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê li navçeya Pirsûsa Rihayê çend hevdîtinan kir. Şandeya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), bi tevlibûna rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) destpêkê serdana Şaredariya Pirsûsê kirin.

Şandeyê piştre jî bi tevlibûna hevşaredarên Pirsûsê Ayten Kaya û Muslum Baran serdana gorên kesên di Komkujiya Pirsûsê ya 20’ê Tîrmeha 2015’an de jiyana xwe ji dest dan kir. Piştre jî derbasî Navenda Çanda Amarayê ku komkujî lê hatibû kirin bûn.

‘Em ê pira aştiyê biparêzin’

Ji bo bîranîna 33 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, li baxçeyê Navenda Çandê, çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Bîranînê, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî bavê Çagdaş Aydin ê ku di komkojiyê de hatibû qetilkirin Fethî Aydin axivî û wiha got: “Tam bû 9 sal. Ji bo avakirina bajarên hatine rûxandin gotin ‘kevirekî jî tu dayne ser’ û ketin rê lê tam li vê derê kujerên DAIŞ’ê yên barbar 33 rêwiyên me yên ku li pey xeyalên xwe bûn qetil kirin. Bi sedan birîndarên me çêbûn. Li vir pirekî aştiyê çêbû, xwîna me tevli xwîna hev bû. Em ê heta dawiyê vê pira aştiyê biparêzin.”

Fethî Aydin, ji bo bîranîna ku wê sibê saet di 14.00’an de li pêşiya navenda çandê were lidarxistin banga tevlibûnê kir. Şandeyê qurnefîl danîn cihê komkujiyê û bernameya xwe bi dawî kir.