Înîsiyatîfa "#Hia" jinên Cezayîrî di warê sînemayê de bihêz dike
Ji hêla Navenda Neteweyî ya Sînema û Hunerên Dîtbarî di bin çavdêriya Wezareta Çand û Hunerê de, însiyatîfeke sînemayî bi navê "#Hia" ya ji bo bihêzkirina jinên Cezayîrî di warê sînemayê de hat vekirin.

Cezair – Navenda Neteweyî ya Sînema û Hunerên Dîtbarî di bin çavdêriya Wezareta Çand û Hunerê de, însiyatîfiyeke sînemayî bi navê "#Hia" da destpêkirin. Armanca wê ew e ku projeyên kurtefîlm ên çîrokî ji bo jinên Cezayîrî çêke, da ku projeyên wan ên sînemayî ji konseptê heta hilberîna dawî bipêş bixe.
Ev înîsiyatîf bi piştgiriya hunerî ji derhêner û senarîst Yesmîn Chouikh ve hat pêşkêşkirin. Yesmîn, bi berhemên xwe yên bi bandor û nêzîkatiya xwe ya sînemayî ya mirovî tê nasîn.
Di bernameya înîsiyatîfa "#Hia" de, atolyeyên rûbirû yên dijwar û qadên danûstandinê yên ku ji hêla derhêner û senarîst Yesmîn Chouikh ve têne çavdêrîkirin û piştre jî heyameke şêwirmendiya takekesî û rahênana profesyonel a salekê vedihewîne, hene. Ev însiyatîf di 29-30’yê Gulanê de li Navenda Neteweyî ya sînema û Hunera Dîtbarî li paytexta Cezayîrê hat vekirin. Armanca înisiyatîfê, bihêzkirina jinan a di warê sînemayê de ye.
Ber bi sînemayeke jinan a pêşeng ve
Piştî vê komxebatê, beşdar dê bikevin qonaxek şêwirmendiya pîşeyî ya kesane ya salekê, ku ji Tîrmeha îsal heta Hezîrana 2026'an didome û armanca wê şopandin û pêşxistina projeyên fîlmên wan ji konseptê heta hilberîna dawîn e. Her wiha însiyatîf hewl dide hewirdorek saxlem ji nivîskarên jin re ava bike da ku di warê nivîsandinê de bipêş bikevin.
Ev înîsiyatîf ji bo fîlmçêkerên jin ên Cezayîrî jî vekirî ye ku projeyên fîlmên kurt ên vegotinî ku ji 13 deqeyan derbas nabin pêşkêş kirine. Însiyatîf ji serlêderan dixwaze ku bi tevahî pabendî qonaxa şêwirmendiya salane bibin. Ji projeyên ku têne pêşkêşkirin tenê 5 proje piştî nirxandinek baldar tên pejirandin