Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê: Divê gelê me bi ruhê seferberiyê bibin yek

Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê ji bo mexdûrên erdhejê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Divê hemû gelê me bi ruhê seferberiyê bi madî û manewî bi gelê me re be ku erdhejê bandor li wan kiriye."

Navenda Nûçeyan – Erdheja ku navenda wê Mereşê duh pêkhat, bi taybet Bakurê Kurdistanê û Rojava li gelek cihan bibandor bû. Di erdhejê de parêzgehên Semsûr, Riha, Dîlok, Mêletî, Amed û Mereş ên Bakurê Kurdistanê û gelek parêzgeh û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê; li hin cihên niştecihbûnê yên li Tirkiye û Sûriyê ziyanêk mezin pêkhat. Heta niha herî kêm 3 hezar kes jiyana xwe ji dest dan. Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê têkildarî erdheja li Kurdistanê hat jiyîn, daxuyaniyeke nivîskî da.

Alîkarî negihane

Di daxuyaniya ku hat diyarkirin di bin navê AFAD’ê de çend kes şandine bajarên ku bi hezaran avahî lê hatine hilweşandin de, wiha hat gotin: “Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst qirker ji bilî propagandayê hewldaneke cuda li van bajaran nekiriye. Berevajî propagandayê, hêzên desthilatdariya faşîst û dewletê tenê hewl dane ku nehêlin gel birînên xwe bipêçe. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê polîs û leşkerên xwe, hemû rêxistinên xwe ji bo astengkirina kampanyayên piştevaniyê yên Kurdistaniyan û rêxistinên civakî seferber kiriye. Alîkariya ku gel bi dilxwazî ji bo hewcedaran dişîne qedexe dike û bi vî rengî berê mirovan dide AFAD'ê ku rêxistiniyeke mêtinger e. Tevî ku 24 saet di ser erdhejê re derbas bû, vê rêxistiniyê alîkariyeke biçûk jî negihandiye herêmên erdhejê û mirovên pêwîstiya wan pê heye.”

Roj roja hevgirtinê ye

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku, dê bi Kurdistaniyên ji erdhejê bandorbûne re di asta herî bilind de hevgirtin bê nîşandan û wiha hat gotin: “Em ti astengî û qedexeya rejîma faşîst nas nakin. Ji bo alîkariyê bigihînin gelê xwe çi pêwîst be em ê wê bikin. Bi piştevaniyê em ê birînên erdhejê yên Kurdistaniyan hemûyan bipêçin. Em ê vê felaketê jî ji ser xwe bibihurînin. Ji bo vê jî divê her Kurdistaniyek destê alîkariyê bigihîne xelkê me yê li her bajarên erdhejê bandor li wan kiriye." Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Roj roja xurtkirina ruhê piştevaniyê ye, roja jiholêrakirina astengiyên faşîzmê ye, roja xwegihandina Mereş, Dîlok, Riha, Semsûr, Meletî, Amed û Hatayê ye. Divê gelê me bi ruhê seferberiyê bi madî û manewî bi gelê me re be ku erdhejê bandor li wan kiriye."