Îlham Ehmed ji ajansa me re axivî

Hevseroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed têkildarî rewşa li Sûriyeyê diqewime, hevdîtinên bi welatên derve re û naskirina statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me re nirxand.

Navenda Nûçeyan –  Hevseroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed bi hevpêyvîna taybet ji ajansa me re axivî.

Îlham Ehmed, mijarên weke rewşa li Sûriyeyê diqewime, hevdîtinên bi welatên derve re, geşedanên dawî yên ji bo naskirina statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û têkoşîna jinan a li herêmê û Rojhilata Navîn nirxand.

Dê hevpêyvîna taybet a bi Hevseroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed re sibê di ajansa me de bê weşandin.