Îlham Ehmed: Em rûpelek nû vedikin
Hevseroka Komîteya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed destnîşan kir ku dawiya despotîzmê, destpêka demeke girêdayî edalet û demokrasiyê ye.

Navenda Nûçeyan – Hevseroka Komîteya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Sûriye Îlham Ehmed, têkildarî hilweşîna Hikûmeta Şamê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal daxuyaniyek parve kir.
Di parvekirina Îlham Ehmed de ev tişt hate gotin:
“Em îro îlan dikin ku desportîzm bi dawî bûye. Em rabirdûyê li dû xwe dihêlin û bi hêviya ku hewildanên ji bo pêşerojek adilane û demokratîk ji bo gelê Sûriye pêk bê, em rûpelek nû vedikin. Em dengê çekan bêdeng bikin û em diyalogê wek bingeha avakirina aştiyê esas bigirin.”