ÎHD’ê ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk banga pêkanîna 5 gavan kir
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigihîje qonaxeke aştiya mayînde, 5 gavên ku divê bên avêtin ragihand.
Navenda Nûçeyan – Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), têkildarî gavên ku ji bo veguhertina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji bo aştiyeke mayînde divê werin avêtin, civîneke çapemeniyê li dar xist. Metna çapemeniyê ji aliyê Hevseroka ÎHD’ê Oya Ersoy ve hat xwendin.
Oya Ersoy, diyar kir yasa tevî kêmasiyên xwe jî di pêvajoya çareseriyê de gaveke girîng e û got: "Binpêkirinên di gelek qadên wekî azadiya derbirînê û mafê xwepêşandanê, azadiya medyayê, operasyonên siyasî yên li dijî muxalefet û civaka sivîl de neheqiyê kûrtir dikin û di civakê de bêbaweriyê diafirîne.” Oya Ersoy, da zanîn ku divê Yasaya Hejmar 7595’an bi awayekî zelal, kontrolkirî û bi awayekî yasayî were bicîhanîn û bi bîr xist ku li gorî madeyên 1, 3 û 6 ên yasayê, tesbîtkirina ku çek hatine radestkirin û hebûna rêxistinê bi dawî bûye, bi biryarek Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) bê piştrastkirin û divê biryar di Rojnameya Fermî de bê weşandin.
Ji hikûmetê bang
ÎHD’ê, di daxuyaniya xwe de ev bang li hikûmetê kir:
*Divê pîvanên ku di pêvajoya bêçekkirinê de werin şopandin, ji raya giştî re bên eşkerekirin.
*Divê encamên tesbît û teyîdê bi awayekî ku di aliyê ewlehiyê de xeteran çêneke, bi rêkûpêk bi raya giştî re bên parvekirin.
*Divê nezelaliyên di sepandina yasayê de bên derbaskirin.
*Divê çavdêriya TBMM’ê bi bandor bê bicîhanîn.
*Divê nezelaliyên di çarçoveya yasayî de bên derbaskirin.”
Oya Ersoy, diyar kir ku yasa yasayekî veguhêz e, bi şert û mercên taybetî ve girêdayî ye, hinek sûc û çalakiyên têkildarî PKK-KCK’ê vedihewîne û reformeke giştî ya pergala cezayî pêk nayne û anî ziman ku ji bo lêpirsîn û darizandinan demên paşxistinê yên pênc an jî deh salan hatine pêşbinîkirin û daxwazên li jêr wiha rêz kir:
*Divê şert û mercên sûdgirtina ji yasayê û prosedurên serlêdanê li gorî pîvanên zelal û objektîf bên destnîşankirin.
*Divê pêşî li pratîkên ku di rewşên zagonî yên wekhev de dikarin bibin sedema cudakariyê di navbera kesan de bên girtin û divê biryar li ser bingeha temînatên yasayî bên girtin.
*Divê ji bo gihîştina vegeran bo xanî û xizmetên tenduristiyê û beşdarbûna jiyana aborî, civakî û siyasî, rêziknameyên pêwîst werin çêkirin û garantî werin dayîn.
‘Divê reform bi gavên demokratîkbûnê werin piştgirîkirin'
Di beşa sêyemîn a daxuyaniyê de, Oya Ersoy daxwaz kir ku gavên demokratîkbûnê bêyî ku li benda pêşveçûna pêvajoya bêçekbûnê bimînin, werin bicihanîn û got: "Bêçekbûn nikare aştiyeke mayînde biafirîne heya ku bi reformên yasayî û gavên demokratîkbûnê neyê piştgirîkirin.” Oya Ersoy daxwazan bi van gotinan şîrove kir:
*Divê dawî li pêkanînên qeyûm were anîn û hevşaredarên hatine hilbijartin vegerin ser karê xwe. Ger şertên yasayî yên ji bo vegerandinê nebin divê meclîsa şaredariyê hevşaredarek wekîl hilbijêre.
*Divê biryarên DMME’yê û Dadgeha Destûrî demildest bên bicihanîn.
*Divê Yasaya Înfazê, bi berçavgirtina prensîba wekheviyê, mafê hêviyê û pîvanên navnetewî ya di înfazê de, bê sererastkirin.
*Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan.
*Divê azadiya derbirîn, rêxistinbûn, civîn û xwepêşandanê hebe.
*Divê pirsgirêkên têkildarî nasname, ziman, çand û hemwelatîbûna wekhev a Kurd, di çarçoveya siyaseta demokratîk de bê destgirtin.
*Divê mekanîzmaya çavdêriyê serbixwe be.”
'Divê beşdariya civaka sivîl bê misogerkirin'
Oya Ersoy, daxwaz kir ku mekanîzmaya çavdêriyê ya di bin madeya 7’an de li gorî prensîbên serxwebûn, pirrengî û hesabdayînê bê xurtkirin û tekez kir ku divê pêvajo di bin çavdêriya parlamentoyê û bi beşdariya civaka sivîl bê meşandin û divê Komîsyona Çavdêriyê ya TBMM’yê raporên bi rêkûpêk biweşîne.
Heqîqet û nûvekirina civakî:
Oya Ersoy, diyar kir ku divê binpêkirinên mafên mirovan ên cidî yên berê bên zelalkirin, windakirinên bi darê zorê bên lêkolînkirin û divê malbatên wan kesan bigihîjin rastiyê. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), banga lêpirsîna sûcdaran, dabînkirina piştgiriya civakî û derûnî ya ji bo kesên rastî binpêkirinan hatine û afirandina tedbîrên ewlehiyê ji bo pêşîgirtina li dubarebûna binpêkirinan kir.
Banga berpirsyariyê
Oya Ersoy, di dawiya daxuyaniya ku hat destnîşankirin ‘derxistina yasayê û avakirina aştiya mayînde ne heman tişt in’ de, daxwaz kir ku bernameyek demokratîkbûnê bi pêvajoya bêçekkirinê re beşdariya siyasî, mafên bingehîn, demokrasiya herêmî û hemwelatîbûna wekhev bingeh digre, bê amadekirin.
Oya Ersoy, wiha got: “ÎHD hikûmetê vedixwîne ku di vî warî de zêdetir wêrekiyê nîşan bide û berpirsiyariyê bigre ser xwe."