Êzidî ji bo Çarşema Sor serdana goristanan kirin
Çarşema Serê Nîsanê ye û siharê zû civaka Êzidî berê xwe dan ser gorên şehîdan û cejnê li wan pîroz kirin. Dayikên şehîdan ji bo vê rojê hêvî û daxwazên xwe anîn ziman û diyar kirin ku hêvî û daxwaza wan yekitî û aştî ye.

Şengal – Çarşema Serê Nîsanê yanî li gorî baweriya Êzdiyatî roja avabûna cîhanê ye. Civaka Êzidî beriya derketina roj berê xwe didin goristanê û vê rojê destpêkê bi şehîd û miriyên xwe re pîroz dikin.
Îro jî bi heman rengî êzidî siharê zû berê xwe dan goristanan û cejna şehîd û miriyên xwe pîroz kirin, şekir û hêkên sorkirî belav kirin.
Têkildarî wateya Çarşema Serê Nîsanê dayikên pakrewanan ji ajansa me re axivîn.
‘Cejna kewna dinyayê ye’
Pakîz Celal destpêkê Çarşema Serê Salê yan jî cejna hêk û sorkirinê li şehîdên xwe, li şervan û civaka xwe pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Ev cejn ji bo civaka Êzidî cejna herî girîng a salê ye. Cejna kewna biharê, kewna dinyayê ye. Em her sal wek malbatên şehîdan destpêkê tên cejna şehîdên xwe pîroz dikin, ji ber ew nemirine dijîn. Hêviya min ew e sala bê malbatên şehîdên ku ji bo parastina axa Şengalê û civaka êzidî ji beşên din a Kurdistanê û cîhanê hatibûn û li vir şehîd bûbûn jî bikaribin werin ser tirbên şehîdên xwe û em bi hev re cejna şehîdên xwe pîroz bikin.”
‘Destpêkê cejna şehîdan em pîroz dikin’
Dayika şehîd Xoxê Feqîr diyar kir ku ew wek malbatên şehîdan siharê zû tên ser gorên şehîdan û wiha got: “Ez destpêkê cejna van şehîd û xweşmêran hemû pîroz dikim. Siharê zû em wek malbatên şehîdan hatine ser goristanê û cejna şehîdên xwe pîroz dikin. Înşallah ew milyaketa ku kewna dinyayê çêkirî heyf û tola şehîdên me bigire. Ez vê rojê li şehîdan, li Rêber Apo, şervanên azadiyê û civaka êzidî pîroz dikim.”
Daxwaza wê yekîtiya hemû Êzidiyan e
Edla Şengalî jî destnîşan kir ku daxwaz û xeyalên wê ew e êzidî hemû bibin yek, bi hev re Şengalê ava bikin û ev nirxandin kir: “Bi hêviya ku Êzidî hemû bibin yek dest û Şengalê bi hev re ava bikin. Şengal ji destê dijminan bê parastin. Cejnên berê xweşiyên wê ew bû yekitiyek hebû û her kesî li hev dikir. Mixabin niha ev tişt kêm bûne. Di rojên cejnê de em siharê zû radibin û serdana gorên miriyên xwe dikin û cejna wan pîroz dikin. Piştî wê jî em tên malên xwe û pêşwaziya mêvanan dikin. Ez vê cejnê li hemû Êzidiyên welat û derveyî welat pîroz dikim.”