Êrîşên li ser Ukraynayê ketin roja 14’emîn: Reva ji şer didome

Li Ukraynayê tehliyeya mirovan berdewam dike. Li stargehan, ji ser riyan û li rawestgehên trênê trajediyeke mirovî tê jiyîn.

Navenda Nûçeyan- Dagirkeriya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê di roja xwe ya 11’emîn de didome. Ji Ukraynayê wêneyên trajediya mirovî tên. Jin bi zarokên xwe re li ser rê ne. Li aliyê din saziyên navneteweyî jî diyar dikin ku kesên di stargehan de asê mane ji tî û birçîbûnê ber bi mirinê ve diçin.

Rûsyayê dîsa ji bo tehliyekirina sivîlan ji 5 bajarên Ukraynayê, bi saeta Moskovayê saet 10:00’an, agirbesteke demkî ragihand. Di daxuyaniya ku ji aliyê Navenda Koordînasyona Alîkariya Mirovî ya Rûsyayê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku li bajarên Ukraynayê rewşa mirovî xerab bûye. Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Rûsya di 9'ê adarê de bi saeta Moskovê saet di 10.00'a de dê agirbestê îlan bike û amade ye korîdorên mirovî ava bike."

Dê di 6 xalan de korîdora derbasbûne bê avakirin

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li bajarên Kîev, Çernîhîv, Sûmî, Harkov û Marîûpolê yên Ukraynayê ji bo tehliyeyan korîdorên alîkariya mirovî dê bên avakirin. Cîgira serokwezîra Ukraynayê Iryna Vereshchuk ragihand ku yekitiyên Rûsî ji bo avakirina korîdorên derbasbûnê yên mirovî ji saet 09.00 heta 21.00’ê evarê 12 saetan berdewam dike agirbest qebûl kirine.

Hat diyarkirin ku li Ukraynayê Vereschchuk û Marîûpolê jî di nav de dê bi tevahî 6 korîdorên derbasbûne bên avakirin.

Ev du hefte ne birçî mane

Ji aliyê din ve hat tomarkirin ku li bajarê Sûmiyê tehliyekirina sivîlên ku ev 2 hefte ne xwe li jêrzemînan spartinê û ji birçîbûnê ji qewetê ketine pêk hatiye. Nûçegihana BBC ya Rojhilata Ewropayê Sarah Rainsford ragihand ku sivîlên Ukraynayî û xwendekarên biyanî şeva borî di derengiya şevê de li trênan hatin siwarkirin û ji bajarê Sûmiyê ku yekîneyên Rûsî du hefte ne êrîş dikin tehliye bûne. Her wiha diyar kir ku sivîlên hatine tehliyekirin du hefte di jêrzemînên avahiyan de mane û "kêm maye ji birçîna bimirin.”

Mirov ji tîbûnê mirin

Rêvebera Xaça Sor a Ukraynayê Olena Stokoz got ku ji bo bajarê Marîûpolê alîkariya lezgîn pêwîst e. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, heta niha jî pêdiviyên bingehîn ên wekî ceyran av û xwarinê nayên bidestxistin. Xaça Sor ragihand ku mirov ji tîbûnê mirine.

Ji kesên reviyan 800 hezar zarok in

Li gorî saziya alîkariya navneteweyî ku navenda wê li Brîtanyayê ye Save the Children, ji du milyon Ukrayniyên ku ji şer reviyane 800 hezar zarok in. Rêxistinê her wiha hişyarî da ku gelek zarokên Ukraynî yên di bin 18 saliyê de bi tena serê xwe van rêwîtiyan dikin. Malbat weke çareya dawîn, hewl didin zarokên xwe radestî cîran an jî hevalên xwe bikin û ji welat direvin.

Hevdîtina her du welatan sibê li Antalyayê ye

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dê sibê li Tirkiyeyê bi Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmitro Kuleba re bicive. Ev nûçe ji aliyê Wezareta Derve ya Rûsyayê ve hat piştrastkirin. Tirkiye jî di nav welatên garantor ên muhtemel de hat hesibandin. Piştî dagirkeriya Rûsyayê wê cara yekem her du wezîrên karên derve bicivin. Hevdîtin wê li Antalyayê bi navbeynkariya Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu pêk were.