Êrîşên li ser Ukraynayê ketin roja 11’emîn: Ji bo sivîlan ji nûve agirbest hat ragihandin
Agirbesta di navbera Rûsya û Ukraynayê de, avakirina korîdora mirovî ya hevbeş ji bo tehliyekirina sivîlan pêk nehat.
Navenda Nûçeyan- Dagirkeriya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê di roja xwe ya 11’emîn de didome. Rûsya bombebarankirina bajaran didomîne. Ji aliyê din ve tê gotin ku leşkerên Rûsyayê nêzî Kîevê dibin û her kêlî dibe ku pevçûnên germ rû bidin.
Konseya bajarê Mariupolê ragihand ku ji saet 10.00’an pê ve bi Rûsyayê re agirbesteke demkî dest pê kiriye. Hat ragihandin ku agirbesta ji bo korîdorên mirovî dê heta saet 21.00’an bidome. Tehliyeya nêzî ku 400 hezar pêk hatibûya lê ji ber ku agirbest bi temamî nehat bicihanîn bi ser neket. Hatibû diyarkirin ku agirbest ji aliyê Rûsyayê ve hatiye binpêkirin. Di daxuyaniya ku îro hat dayîn de hat ragihandin ku li gorî saeta Tirkiyeyê saet di 13:00’an de tehliyekirin dê dest pê bike.
Saziya tenduristiyê hat xistin
Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (DSO) Tedros Adhanom Ghebreyesus, ragihand ku li Ukraynayê li dijî saziyên ku xizmetên tenduristiyê dikin êrîş pêk hatine û mirî û birîndar çêbûne.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî ragihand ku li Ukraynayê bi tevahî 2 hezar û 203 tesîsên binesaziya leşkerî hatine îmhakirin. Ji aliyê rayedarên Rûs ve hat ragihandin ku li Ukraynayê niştecihên Rubts, Karpovka, Makiivka, Nobolobovka, Lipovoye, Sredneye, Zelena Dolina, Zakoblkovka, Peredove, Karyernoye û Rivnopil xistiye bin kontrola xwe.
“Ji destpêka operasyonê ve heta niha 2 hezar û 203 binesaziyên leşkerî yên Ukraynayê hatine rûxandin. Di nav wan de 76 navendên fermandarî û ragihandinê yên artêşa Ukraynayê, 111 sîstemên mûşekî yên parastina hewayî S-300, Buk M-1, Osa û 71 rawestgehên radarê hene. Her wiha 69 balafir li bejahiyê û 24 li hewayê, 778 tank û cur be cur wesayîdên zirxî, 77 roketavêjên bi namlû, 279 topçiyên hawanê, 553 wesayîdên leşkerî yên taybet û 62 balafirên bêmirov (ÎHA) hatin îmhakirin.”
Hejmara windahiyan hat ragihandin
Serfermandariya Giştî ya Ukraynayê jî ragihand ku di şer de zêdetirî 11 hezar leşkerên Rûs jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniya Serfermandarê Giştî de hat ragihandin ku di şerê navbera 24’ê Sibatê û 6’ê Adarê yê navbera Ukrayna û Rûsyayê de daneyên windahiyên aliyê din hatine nûkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zêdetirî 11 hezar leşkerên Rûsyayê jiyana xwe ji dest dane, 44 balafir, 48 helîkopter, 285 tank, 985 wesayîtên zirxî, 109 sîstema topavêj, 447 wesayît, 60 tankên sotemeniyê û 4 balafirên bêmirov hatiye îmhakirin.
Gotûbêj dê sibê pêk were
Duyemîn gera hevdîtinên navbera Rûsya û Ukraynayê ku li bajarê Brest ê Belarusê hat pêkanîn, roja Pêncşemê hatibû lidarxistin. Di hevdîtina Ukrayna û Rûsyayê de, aliyan li ser avakirina korîdora mirovî ya hevbeş ji bo tehliyekirina sivîlan li hev kirin. Her wiha biryar hat dayîn ku gera sêyemîn a gotûbêjê bê lidarxistin. Dema hat gotin dibe ku hevdîtina dawî dawiya hefteyê pêk were, li ser malperên nûçeyan cih girt ku dê di 7'ê Adarê roja Duşemê de bicivin.
Kîev ji bo şerê bajêr tê amadekirin
Hêzên Rûsyayê nêzî Kîevê, paytexta Ukraynayê bûn. Rojnamegerên herêmê ragihandin ku Kîev ji bo şerê bajarê tê amadekirin. Hat diyarkirin ku sivîlên li bajêr dimînin hewl tê dayîn bi awayekî kontrolî ji bajêr bên derxistin. Di nav de pîr, jin û zarok jî hene, bi hezaran kes li Kîevê di stargehan de dimînin. Hat ragihandin ku Ukrayniyên di stargehan de têkoşîna jiyanê didin, bi taybetî hewceyê ava paqij, cil û berg û xwarinê ne.
Penaber li ser riyên koçberiyê ne
Ji aliyê din ve Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di navbera 24’ê Sibatê û 4’ê Adarê de bi qasî milyonek û 368 hezar û 864 penaber derbasê welatên cîran bûne. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, zêdetirî nîvê penaberên Ukraynayê derbasî Polonyayê bûne. Macaristan, Moldova, Slovakya, Romanya û welatên din ên Ewropayê bi rêzê li pey Polonyayê tên. UNHCR hişyarî dabû ku nêzî 4 milyon sivîlên li Ukraynayê dikarin ji welatê xwe birevin.
Qefîleyek jin û zarokên Ukraynayî yên ji ber şer reviyan jî hatin Îzmîrê. Qefîle di encama xebatên şaredarî û saziyên sivîl de li 3 otêlên cuda hatin bicihkirin.