Êrîşên li ser Ukraynayê ketin roja 10’emîn: Korîdora mirovî vedibe

Di encama agirbesta demkî ya di navbera Rûsya û Ukraynayê de, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê bi saeta Moskovê saet ji 10.00’an pê ve bi armanca ku sivîl ji bajarên Mariupol û Volnovaha dikarin derkevin agirbestek demkî pêk bînin. Tehliyekirin dê di navbera saet 12:00-17:00 de pêk were. Ji herêmê hatina nûçeyên pevçûnan berdewam dikin.

Navenda Nûçeyan- Dagirkeriya Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê di roja xwe ya 10’emîn de didome. Çavên hemû kesan li hevdîtinên heyeta di navbera her du welatan de ye. Êrîş naseknin lê di aliyek de jî behsa tehliyekirina sivîlan tê kirin. Hê ne diyar e ka dê çawa û bi çi awayî pêk were. Yên li bajaran dimînin nikarin ji stargehan derkevin. Yên li ser rê jî hewl didin di riyên koçberiyê de derbasî herêmên bi ewle bibin.
Rûsya û Ukraynayê duh tûra duyemîn a hevdîtinên agirbestê temam kirin. Dema ku heyeta Ukraynayê daxuyanî da û got; “Encamên ku em li bendê bûn me bi dest nexist" hat diyarkirin ku ji bo derxistina sivîlan korîdoreke mirovî dê were vekirin. Hat ragihandin ku ji bo tehliyekirina sivîlan îro ji saet 10.00’an pê ve dê tehliyekirina sivîlan dest pê bike. Lê belê rojnamevanên ku ji herêmê agahî radigihînin, diyar kirin ku der barê tehliyekirinê de agahiyên zelal nîn in û Rûsên ku li wargehan dimînin dê bên hiştin û tenê Ukraynayî ji herêmê bên derxistin.
“Li ser korîdora mirovî li hev kirin”
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku bi armanca derxistina sivîlan ji Mariupol û Volnovahayê dê agirbesteke demkî pêk bînin. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de wiha got: "Îro bi saeta Moskovê ji saet 10.00’an pê ve, korîdorên mirovî ji bo derketina sivîlan ji Mariupol û Volnovakha vedike." Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi aliyê Ukraynayê re li ser korîdorên mirovî û rêyên derketinê lihevkirinek hatiye kirin.
Serokê Şaredariya Mariupolê yê ku ji aliyê Rûsyayê ve hatiye dorpêçkirin Vadim Boychenko di daxuyaniya xwe ya duh de ragihandibû ku gelê bajêr 5 roj in di bin bombebaranê de ye û divê ji bo tehliyekirinê korîdoreke ewlehiyê bê vekirin. 
Dibe ku dawiya hefteyê hevdîtin pêk werin
Duh aliyan li hev kiribûn ku di gera sêyemîn a gotûbêjê de bên cem hev. Daxuyaniya "Gera sêyemîn tê plankirin ku di destpêka hefteya pêş de bê lidarxistin" hatibû ragihandin lê niha hat parvekirin ku dibe civîn dawiya vê hefteyê were lidarxistin. Ji bo gera sêyemîn a hevdîtinan jî gotina Rûsyayê ya “Eger şert û mercên me bên qebûlkirin dê hevdîtin çêbibe” ev nîşan dide ku hîn dûrî peymanê ye.
“Berpirsyarê kesên dimrin NATO ye"
Serokê Dewleta Ûkraynayê Zelenskiy ragihand ku NATO red dike, Ukraynayê wekî herêmeke qedexe ya firînê îlan bike, ji bo bombebarankirina bajaran rê vekiriye. Zelenskiy got: "NATO'yê avakirina herêmeke qedexe ya firînê red kir û ji bo bombekirina bajar û gundên Ukraynayê rê vekir. Ji îro pê ve hemû kesên dimrin ji ber wê dimrin."
Gelên Ukraynî di stargehan de ne
Şer li dijî sivîlan didome. Di vê dema ku êrîşên Rûsyayê bênavber berdewam dikin de, hejmara Ukrayniyên ku neçar dimînin welatê xwe biterikînin her ku diçe zêde dibe. Dema ku zêdetirî milyonek sivîl derbasî welatan dibin, ewqas sivîl ji li ser riyan li cihek bi ewle digerin. Hat diyarkirin ku bi taybetî kesên li rawestgeha metroyê dimînin hewcedarên xwarin û ava paqij in. Li gorî agahiyan, avahiya şanoya dîrokî ya 200 salî ya li bajarê Lviv jî weke stargeh tê bikaranîn û sivîl li vir asê mane. Tehliyeya welatiyên Tirkiyeyê yên li Ûkraynayê dimînin jî berdewam dike.