“Êrişên li ser Hesekê plankirî bû”
Endama Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Fatma Hesîno derbarê êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Heskekê de axivî û da zanîn ku êrişa li ser Hesekê hatî kirin ji aliyên dewleta Tirk û hêzên navnetewî ve hatiye plankirin û balkişand ser wê yeke ku armanca êrişê têkibirina aramiya heremê û projeya netewa demokratîk bû.
GULNAR ROJ
Heleb - Di 20’ê Çileyê de çeteyên DAIŞ’ê bi plansaziyek hevpar êrişî Hesekê kirin. Armanca DAIŞ’ê ew bû ku ji Zindana Xwêran a 5 hezar çeteyên ku di pêngava Bahozê de ji aliyê hêzên QSD’ê ve hatibûn girtin birevînin û carekedin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê qetlîaman pêk bînin. Ev êrişa ku bi hevkariya dewleta tirk a dagirker hatî pilankirin armanc dikir ku li ser xeta Hesekê û Şengalê ji bo zindîkirina DAIŞ’ê bû. Lewra di hemwexta êrişa li ser Hesekê de dewleta Tirk a dagirker jî bi balafirên şer êrişî konvoya QSD’ê kir ku ev konvo weke hêza teqwiye dê derbasî Hesekê bibûya. 26’ê Çileyê ya salvegera rizgarkirina Kobanê de armanc û plangeriyên çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan ên mîna faşîzma dewleta Tirk têk çû. Bi operasyona QSD û hêzên ewlekariya hindûr, piştî şer û pevçûnên şeş rojan, di heman roja serkeftina li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê de, armanc û plansaziya çeteyên DAIŞ’ê û hêzên komploger têk çûn. Têkildarî mijarê Endama Meclisa Sûriyeya Demokratîk Fatma Hesîno axifî û got: “Divê ev komên çete ji aliyê dadgehên navnetewî werin dadgehkirin.”
“Êrişên li ser Hesekê piralîbûn”
Fatma Hesîno destnîşan kir ku êrişên di 20 Çilê de li ser Hesekê hat pêkanîn bi pilankirî bû û wiha domand: “Bûyerên ku niha li zindana Xiwêran rû daye ne bê sedem û bê armanc wisa ji xwe ve pêk hatiye. Diyar e ku ev tişt ji zû de hatiye pilankirin, bi mehan hesabê derxistina rewşeke wisa kirine ji bo ewlehiya herêmê lawaz bikin. Dewleta tirk, ji bo êrişên dagirkerî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye bimeşîne, bi Rûsya û Amerîkayê re gelek hevdîtin û danûstandin kir, lê tiştê ku dixwest bi dest nexist. Hemû kes li benda êrişên dewleta tirk bû lê xuya ye ku bi destê DAIŞ’ê ev car êriş pêk anî. Lê dîsa jî rastî bersîveke xurt ji aliyê şervana ve hat û vala hat derxistin. Her çiqas dewletên li dijî rêveberiya xweser xwestin vê projeye û aramiya ewlehiyê têk bibin. Lê her tim vala derketin û rastî bersîv û derbeyên gelekî giran hatin. Ev nêzî 3 sal in bangawaziyê dike. Herî dawî dema DAIŞ li Baxozê teslîm bû, Hêzên Sûriyeya Demokratîk got ‘ev barekî gelekî giran e, em nikarin vî barî bi tena serê xwe hilgirin'. Lê mixabin heta îro tu welatekî nexwestiye van çeteyên DAIŞ’ê bigire. Gelek dewletan nexwestin vê bangê bibihîzin. Tiştê ku niha em di zindana Xwêran de dibînin ne tişteke nû ye, dixwezin bi riya zindîkirina DAIŞ’ê berjewendî û daxwazên xwe yê dagirkirina erdê Sûriyê pêk bînin. Ji bo wê hewildana wan her tim heye ku şerên bi vê rengî li bajarên ewle derbixin.”
“Armanca êrîşan têkbirina projeya netewa demoqratîk bû”
Fatma Hesîno di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku armanca van êrişan têk birina ewlehiya herêmê û projeya netewa demoqratîk e û wiha pê de çû: “Rêveberiya xweser di van salên dawiyê de da îsbatkirin ku her qadek civakî, leşkerî, siyasî û hwd dikare xwe bi rêve bibe û ew tişt li pêşiya çavên hemû dunyayê tê dîtin. Piştî 2 rojan êrişên li derve ji aliyê hêzên HSD’ê ve hat şikandin. Operasyoneke berfireh hat destpêkirin, girtîgeh jî hatiye dorpêçkirin. Di heman rojê de dewleta tirk jî êrişê Şengal, Tiltemir û Eyn Îsayê kir. Konvoya QSD’ê ya li Tiltemirê ku dixwest biçe alîkariya hêzên li Hesekê ji aliyê dewleta tirk rastî êrişê hat. Ev jî dide xuyakirin ku êrîşên DAIŞ û dewleta tirk bi hev re hatiye koordînekirin. Li ser vê bûyerê dewlata tirk dê carek din bi hevdîtin û danûstendinê zemînek ji bo dagirkeriyê ava kiriba. Lê him hesabên DAIŞ’ê him jî hesabên dewleta tirk ji aliyê hêzên HSD’ê ve vala hat derxistin. Hêzên me karîbûn ev rewş kontrol bikin. Niha jî oparesiyoneke berfereh li Hesekê hatiye destpêkin, ji bo ev şaneyên razayî û yên ku ji zindanê reviyane werin girtin”
Fatmê Hesîno destnîşan kir ku hebûna çeteyên DAIŞ’ê ji bo tevahî cîhanê xeteriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her sal dewleta tirk di salvegerên rizgarkirina bajaran de tevlîhevî û fitne derdixe. Di hem wexta salvegera rizgarkirina Kobanê di meha Çile de ye ku bîngeha ku DAIŞ’ê lê hatibû şikandin. Ev bajara ku li ser destên zarokên vê gelî hat rizgarkirin û berdêlên gelek giranbuha hat dayîn, ji bo ku ev destkeftin bi dest bixin. Di vê wextê de jî dewleta tirk ji bo çeteyên DAIŞ’ê vegerîne, ev êriş pêk anî. Piştî êrişa DAIŞ’ê li ser zindana Hesekê, êdî metirsî heye ku şaneyên razayî yên DAIŞ’ê û çekdarên wî yên ku ji zindana Hesekê reviyane, li ser bajarên din yên Rojavayê Kurdistanê jî zêde bibe. Ger hêza DAIŞ’ê vegere wê li ser tevahî cîhanê jî xeteriyeke mezin be û jiyan û ewlehiya hemûyan dikeve xeteriyeke mezin. Ji ber DAIŞ’ê fikreke terorîst bi xwe re tîne, belav dike û hewil dide di mêjiyê zarok û nifşên nû de biçîne. Ev jî metirsiyeke mezin li ser pêşerojê ye. Ji bo wê jî divê hemû dewletên navnetewî bi QSD’ê re bibe alîkar û divê ji bo DAIŞ’ên ku di van girtîgehan de bi cih bûne çareseriyeke were dîtin. Divê mewqifên wan cidî hebin li hember balavbûna hêza DAIŞ’ê di heman deme de jî kiriyarên ku dewleta tirk yê. Her wiha divê ev komên çete ji aliyê dadgehên navnetewî werin dadgehkirin û dawî li van bûyerên ku pêk tînin were.”