Êrişên li ser girtîgeha Evînê hat şermezarkirin
Jinên bajarê Hesekê tekez kirin ku şewata li Girtîgeha Evîn a bakurê Tehranê bi armanca tepisandina serhildana jinan hatiye derxistin û kiryarên rejîma Îranê yên li ser girtîgehan şermezar kirin.
Hesekê – Serhildanên jinan ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên li dijî qetilkirina Jîna Emînî destpê kir bi biryardariya guhartina pergala mêr-dewletê ya li Îranê didome. Rûxmê hemu êrişên rejîma Îranê jî jin dev ji daxwaza xwe ya azadiyê bernadin. Li girtîgeha Evînê ya li paytaxta Îran Tehranê di rojên derbasbûyî de şewat derket û cih bi cih dengê guleyan hat bihîstin. Rejîma Îranê ya der barê şewatê de hê daxuyaniyek berfireh nedaye, bûyerê bi rastînî aşkere nekiriye, lê li gor agahiyên ku hatine girtin 4 girtî jiyana xwe jidest dane û bi dehan girtî jî birîndar bûne. Îro li Hesekê jinan bi meşekê girseyî êrişên li ser girtîgeha Evînê û kiryarên rejîma Îranê ya li dijî jinan û gelan şermezar kirin.
Meş li ber gulîstana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan des pê kir û li ber Çarxereya Cûdî ya taxa Kelasê veguherî mitingê.
“Dixwazin rê li ber serhildanan bigrin”
Endama Rêvberiya Kongra Star a bajarê Hesekê Sûzan Cuma ya li qada mîtîngê axifî siyasetên qirkirinê yên li dijî zindanan şermezar kir û wiha got: “Piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî li Îranê serhildan destpê kir, gel êdî nema sîstema desthilatdar qebûl kir û li dijî wê banga azadiyê kir. Di wê demê de bi hezaran kesên siyasetmedar û azadîxwaz hatin girtin. Şewata ku li Îranê di zindana Evîn pêk hat bi armanca rê girtina li ber serhildanê ye û ji bo şikandina îradeya gelan e. Em bang li rêxistinên mirovî, kesên pêwendîdar ku li ser van qetliaman bisekinîne.”
“Sedsala 21 an sedsala azadiya jinê ye”
Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk Mihemed Elî da zanîn ku sedsala 21’an serdsala azadiya jinê ye û wiha axaftina xwe domand: “Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan da diyar kirin ku ev sedsal dê bibe sedsala azadiya jinan û îro em ber çavê xwe vê yekê dibînin ku jin ji bo azadiya hemû civakê pêşengtiyê dikin û banga azadiyê dikin. Şewata li zindana Evîn derket holê berdewama siyaseta qetilkrina Jîna Emînî ye, dixwazin bi vê bûyerê dengê azadiyê tune bikin û îradeya gelan têk bibin.”
“Şewata li girtîgeha Evînê siyasetek dijî dengê azadiyê ye”
Firyal Ehmed destnîşan kir ku berxwedaniya li zindanan tê kirin dewam e û Ii dijî wê jî pilanên qirkirinê pêk tên û wiha got: “Li zindana Îranê gelek siyasetmedar, rewşenbîrê kurdan hene û ji bo azadiya gelê xwe kar û xebat dikirin. Lê li dijî berxwedaniya wan di zindanan de siyasetek qirêj tê meşandin, ev siyaset ne îro dest pê kirye, li tevahî dewletan tê meşandin. Ev siyaset dengê azadiyê dike armanc.”
“Dîwarê zindanan şahida işkenceyan e”
Yisra Ismaîl balkişand li ser îradeya jinan a li hemberî faşizim û desthilatdariyê û wiha axivî: “Her kesekî li ku derê jiyan bike ger serî hilde û doza mafê xwe yê rewa bike dê rastî qetilkirin û dîlgirtinê were. Dîwarê zindanan jî şahidê işkence, êş û qêrîna gelên azadîxwaz e. Ev siyaset li her dewletekê tê meşandin, ji bo vîna gelan bişkîne, tirs têxe dilê wan û sîstema xwe li ser wê civakê ferz bike. Lê ruxmî wê jî bi pêşengiya jinan ew tirs ji dilê her kesî hat rahiştin û ji bo azadiyê her kes daket qada û doza mafê xwe kir. Îro şoreşek pêk hatiye ew şoreş li tevahî cîhanê dest pê kiriye. Ji bo wê jî li dijî nirxê civakê û li dijî îradeya jinan siyaseta qirkirinê bi hemû rêbazan tê meşandin .”
Meş bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedan” bi dawî bû.