Êrişên li ser Şoreşa Jinan li Draguignan û Montpellier hatin şermezarkirin

Li bajarên Draguignan û Montpellierê yên Fransayê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê yên li ser Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriye hatin şermezarkirin.

Navenda Nûçeyan – Li bajarên Draguignan û Montepllier ên Fransayê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye hatin şermezarkirin.

Draguingnan

Li Draguignanê bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) meşek hate lidarxistin.

Li gel Kurdistaniyan her wiha nûnerên Yekîtiya Ekolojîstan û Demokratan (UDE), Fransa ya Serî Natewî (FI), Partiya Komunîst a Fransayê (PCF), Konfederasyona Karê Giştî ya Fransayê (CGT) û Koorînasyona Komeleyên Mafê Kontrola Jidayikbûnê û Kurtajê tevlî çalakiyê bûn.

Li ser navê Meclîsa Gelê Kurd daxuyanî hate dayin û hate ragihandin ku êriş li ser îradeya gelê Kurd û Şoreşa Rojava tê kirin û wiha hate gotin: “Dîrokê nîşan da ku faşîzm bi berxwedana rêxistinî ya gelan têk diçe. Niha dor hatiye me ku em vê wezîfeya dîrokî bi cih bînin.”

Di meşê de dirûşmên "Bijî Berxwedana Rojava", "Bijî Serok Apo" û "Bijî Kurdistan" hatin berzkirin.

Montpellier

Li Montpellierê jî li dijî êrîşên li ser Rojava mîtîngek hate lidarxistin. Kurd li gel dostên xwe yên Fransî diyar kirin ku ew bi Şoreşa Rojava re ne û li dijî kiryarên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê, bêdeng namînin. Her wiha hate destnîşankirin ku êrîş bi esasî li dijî şoreşa jinê û jiyana bi hev re ya gelan tê kirin.

Di çalakiyê de bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrîşan hate şermezarkirin û ji bo xwedîderketina li Şoreşa Rojava bang hate kirin.