‘Êrîşên dewleta Tirk dibin sedem ku koçber di bin tehdîdê de bin’

Rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma der barê rewşa koçberan li herêmê û girtina deriyên alîkariyê ji bo koçberan got ku dewletên hegomon li ser jiyan û çaranûsa koçberan bazaran dikin û ew bi xwe sedema bingehîn a vê koçberiyê ne.

ROJ HOZAN

Qamişlo – Di hemû welatên ku şer, pevçûn û alozî lê derdikevin rewşên mîna qirkirin, tundî û herî zêde koçberî bi pêş dikeve, ev rewş li Sûriyeyê bi rengekî pir zêde hatiye jiyîn. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi rê ve dibe rewş cuda bû. Di van salên dawiyê de hejmara koçberan zêde bûye ji ber êrîşên dewleta Tirk û dagirkirina hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn ev bû sedem ku mirov di hundirê herêmê de koçber bibin û li cihên bi ewle bigerin. Koçberên ku li herêmê bi cih bûne rewşên zehmet ên jiyanî dijîn. Her wiha rêxistinên navneteweyî rewşa koçberan paşguh dike û deriyên alîkariyê lê digre.

Bîlançoya kampên koçberan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Herêma Cizîrê

Li gorî bîlançoya Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê hejmara kampên koçberan û malbatên ku di kampan de dijîn wiha ne; li herêma Cizîrê 6 kampên koçberan hene 4 jê malbetên ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û dagirkirina herêmên wan koçber bûne û 2 kampên malbatên DAIŞ’ê ne. Kampa  Waşûkanî koçberên Serêkaniyê lê bi cih dibin û hejmara malbatên koçber digihîje 2347 malbatan. Kampa Serêkaniyê (kampa Ttelayih) koçberên Serêkaniyê lê dimînin û hejmara malbatên koçber digihîje 2349 malbatî. Kampa Newroz koçberên Serêkaniyê û Girê Spî lê bicih dibin û hêjmara malbatan digihîje 1013 malbatî. Kampa Erîşa koçberên Dêra Zorê û gundewarên wê lê dimînin û hejmara malbatan 2845. Kampa Holê malbatên DAIŞ’ê lê dimînin her wiha hin malbatên Iraqî jî lê bi cih bûne hejmara malbatan digihîje 15205. Kampa Roj ew jî malbatên DAIŞ’ê lê dimînin û hejmara wan digihîje 806 malbatî.

Kampa li Herêma Herêma Firatê

Kampa Til Semin koçberên Girê Spî û gundewarên wê lê dimînin û hejmara malbatan digihîje 1246 malbatî.

Kampên li Reqa, Dêrezor, Tebqayê û Minbicê

Kampa Mehmûdlî Koçberên herêmên din ên Sûriyeyê weke Dêrazor, Selemiyê, Bab, gundewarên Helebê û gundewarên Tiltemirê lê dimînin hejmara malbatên koçberan gihîştiye 1750 malbatan. Kampa Tewahîniyê ji bo pêşwaziya koçberên gundewarên Hemayê û gundewarên Dêrazorê û koçberên din ên ji bajarên Sûriyeyê hatiye avakirin û niha hejmara koçberan digihîje 585 malbatê. Kampa Minbicê ya kevin û kampa Minbicê ya nûjen koçberên Idlib û gundewarên wê lê bi cih bûne û hejmara malbatan digihîje 1079 malbatî. Kampa Ebû Xeşeb koçberên Dêrazorê lê dimînin û hejmara wan digihîje 2000 malbatî.

Kampên Efrînê

Kampên Efrînê koçberên Efrîn, Şêxmeqsûd û gundewarên Helebê lê dimînin. Kampa Berxwedan 677 malbat, kampa Serdem 763 malbat, Kampa Şehba 103 malbat. Kampa Avrîn 114 malbat, kampa Veger 103 malbat lê dimînin.

Têkildarî rewşa koçberan Rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma der barê rewşa koçberan li herêmê û girtina deriyên alîkariyê ji bo koçberan nêrîna xwe parve kir.

‘Dewletên hegomon li ser jiyan û çaranûsa koçberan bazaran vedikin’

Evîn Cûma behsa rewşa koçberan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û siyasetên ku li ser mijara koçberan tê meşandin wiha anî ziman: “Li ser mijara koçberan gelek siyaset û planên qirêj têne meşandin. Dewletên hegemon li ser jiyan û çaranûsa koçberan bazaran vedikin û ew bi xwe sedema bingehîn a vê koçberiyê ne. Her çiqas di hevpeymanên xwe de ewqas xwe demokratîk didin nîşandan lê di pêkanînên wê hevpeymanê de li paş dimînin. Piştî ku bi êrîş û dagirkirinê mirovan koçber dikin li ser jiyana wan a bi koçberiyê re hevpeymanan dihûnînin. Niha koçberên ku di kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dijîn bi rewşên zehmet re rû bir û dimînin. Ji debara pêdiviyên jiyanî bigre dest, heya rewşên derûnî, nexweşî û dûrketina ji cih û warên xwe ev hemû tirseke mezin dide avakirin. Ji bilî tehdîd û êrîşên ku li ser herêmê tên kirin ku xeterîn rewş e koçber jê bi bandor bibin û dihêle ku her di wê fikrandina koçberiyeke nû de be. Doza koçberan dozeke mirovahiye û pêwîst e hemû mirovahî di ber koçberan de xwedî erk û berpirsiyar bin.”

‘Dorpêça li ser herêmê roleke xwe ya girîng dilîze di zehmetiyên koçberiyê de’

Evîn Cûma bal kişand ser rewşa herêmên ku herî zêde rewşa koçberiyê lê zehmet bûye û wiha domand: “Niha li herêmên weke Heleb, Til Rifat û Şehba ku piraniya wê koçberên Efrînê lê bi cih dibin rewşeke pir xeter heye. Deriyên sînorî yên alîkariyê girtî ne û rejîma Sûriye jî siyaseta qirkirinê li ser koçberên wan herêman dide meşandin. Me dît di rewşa dawiyê de çawa zarok ji sermayê jiyana xwe ji dest dan bi sedema nehiştina rejîma derbaskirina alîkariyên mîna mazot û gazê ji bo zivistanê. Her wiha li aliyê din nahêlin ku alîkariya tenduristî û derman ji nexweşan re werin şandin. Dorpêça li ser herêmê roleke xwe ya girîng dilîze ku debara jiyanî zehmet bibe. Her wiha kêmbûna alîkariyên mirovahî dibe sedem ku barê rêveberiya herêmê di aliyê peydakirina jiyana baş ji koçberan re giran bibe. Niha hejmara koçberan zêdetirî 500 hezar malbatî ye û tu alîkarî ji derve nayê pêşkêşkirin. Biryarên meclisa navneteweyî ya parastina koçberan nayên pêkanîn, tenê biryara vekirina deriyê Bab El-Hewa 6 mehan derxistin ew derî jî niha di bin destê dewleta Tirk û komên çeteyên girêdayî wê de ye. Alîkariya ku ji wî derî derbas dibe nagihîje koçberan lê belê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyan ve tê desteserkirin. Gihîştina van alîkariyan bi rengekî taybet ji herêmên me re zehmet e. Ji bo wê vekirina deriyê alîkariyê yê di navbera Til Koçer û herêmê de wê çareseriyekê ji bo rewşa aborî bi xwe re bîne. Pêwîst e di vê mijarê de meclisa navneteweyî ya doza koçberan biryarekî derbixe û alîkarî di vî derî re were derbas kirin.”

‘Êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk jiyana koçberan tehdîd dike’

Evîn Cûma bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bûye astengî ji bo peydakirina debara jiyanî li giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha pê de çû: “Êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşeke jiyanî pir zehmet ji giştî herêmê re bi xwe re anî. Dewleta Tirk cihên ku debara jiyana gel jê peyda dibe weke stasyonên petrol, gaz, eletrîk û genim hedef girt. Van êrîşan bûn sedem ku rewşa aborî di herêmê de li paş bimîne.  Îro li vê herêmê ne tenê em dijîn bi hezaran mirov ji derveyî herêmê hatine li vir bi cih bûne, ji bilî kampên ku malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên lê bi cih dibin. Rêveberiya herêmê bi tena xwe nikare barê van koçberan rake û li gorî derfetên xwe alîkariyê pêşkêş dike. Ev berpirsyariya hemû dewletan e ji ber wan ev herêm bi rewşên koçberî û dagirkeriyê re rû bi rû hiştin. Hin malbatên koçber hene du car û sê car koçber bûne heya gihîştine herêma me em naxwazin barê koçberiyê li mirovan zehmet bibe lê êrîşên dewleta Tirk dibin sedem ku ewlehiya li herêmê bikeve bin tehdîdê.”

Divê parastineke navneteweyî li herêmê were mayindekirin’

Evîn Cûma herî dawî da zanîn ku divê ji bo parastina koçberan biryar di qada navneteweyî bên girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewletên navneteweyî di herêma me de weke hêzên garantor bi cih bûne û rewşa heyî bi çavên xwe dibînin. Ji bo çareseriya rewşa heyî tiştekî nakin, tenê ji bo parastina berjewendiyên xwe dixebitin. Her wiha divê parastineke navneteweyî bi biryarekî navneteweyî li herêmê were mayindekirin.”